Ji Ustek ê ku li Şirnexê beriya 3 rojan hate binçavkirin agahî nayê girtin

Yûsûf Ustek ê ku 3 roj berê ji aliyê tîmên taybet ve li mezrika Bilmadê ya Şirnexê hatibû binçavkirin, ti agahî jê nayên wergirtin. Birayê wî Omer Ustek got, birayê wî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye binçavkirin û ji ber ti agahiyê jê wernagirin.

Yûsûf Ustek ê ku 3 roj berê ji aliyê tîmên taybet ve li mezrika Bilmadê ya Şirnexê hatibû binçavkirin, ti agahî jê nayên wergirtin. Birayê wî Omer Ustek got, birayê wî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye binçavkirin û ji ber ti agahiyê jê wernagirin der barê aqûbeta wî de bi fikar in.

Li Şirnexê Yusuf Ustek(60) ê ku 3 roj berê ji aliyê tîmên taybet ve li mezrika Bilmadê hatî binçavkirin, ev 3 roj in ti agahî jê nayên wergirtin. Ustek û hevjîna xwe Emîne Ustek di 20’ê Tîrmehê de dema ji bo baxçeyê xwe û çinîna gihayê li baxçe çûn Bilmadê, li nêv erd, dora Ustek û hevjîna wî ji hêla wesayîtên zirxî yên hêzên dewletê ve tê dorpêçkirin. Polîsên ku derdora Ustek û hevjîna wî dorpêç kirin, çenteyê Ustek ê ji bo sebze bi xwe re anî bû dixin serê wî û li wesayîtê siwar dikin û dibin. Li gel hemû hewldanên malbatê jî hêzên dewletê der barê binçavkirina Ustek de ti agahiyê nadin.

Birayê Ustek, Omer Ustek got derhiqûqiya ku dewleta Tirk dike nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Ev 3 roj in birayê min di bin çavan de ye. Em li hemû saziyên dewletê geriyan, li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê geriyan. Lê, dibêjin kesekî bi vî navî li cem me tune ye. Ji bo ku xeberekê ji birayê xwe bigirim ev 3 roj in her diçim nuqteya venêrînê ya polîsan a ku li têketina Şirnexê ye, lê polîs destûrê nadin ku ez bikevim nav bajêr." 

Ustek diyar kir ku ew ji rewş û aqûbeta birayê xwe bi fikar in û bal kişand ser rewşa birayê xwe û wiha axivî: “Birayê min kal e, ji bo li baxçeyê xwe binêre çûbû mezrikê. Sûcê birayê min çi ye? Biraziyê min li nexweşxaneyê ji karkerên li wir dipirse ka kesek weke birayê min anîne wir an na. Karkerên wir jî dibêjin kesekî wiha anîne. Lê, em li polîs û leşkeran digerin dibêjin kesekî bi vî navî li cem me tune ye."