Ji Tevgera Goran û heyeta HDP’ê daxuyaniya hevpar: Kurd neçar in li ber xwe bidin

Heyeta HDP’ê îro çû serdana navenda Polîtburoya Tevgera Goran û daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê dan.

Heyeta HDP’ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Başûrê Kurdistanê rêzehevdîtinan pêk tîne, îro saet 10:00’an serdana navenda Polîtburoya Tevgera Goran a li Girdê Zergete ya Silêmaniyê kir.

Her du aliyan piştî civîna xwe ya li vir, daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de destpêkê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî axivî, keyfxweşiya xwe ya ji ber serdana heyeta HDP’ê anî ziman û wiha dewam kir; “Îro ji bo şert û mercên li Herêma Kurdistanê baştir bibe, partiyên Kurd hewl bidin pirsgirêk û pêşbaziya navbera xwe bi şêweyekî herî baş çareser bikin. Her wiha ev ji bo amadekariyên pêşeroja neteweyî girîng e. Me li gel heyeta HDP’ê jî li ser vê mijarê û diyaloga navbera aliyên siyasî de guftûgoyek girîng kir.”

Piştî axaftina Şoreş Hacî ji heyeta HDP’ê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî û wiha got; “Ez jî destpêkê li ser navê hemû hevalên xwe sipasiya Tevgera Goran dikim, ji ber em bi şêweyek germ pêşwazî kirin. Îro bi hevdîtina xwe ya li gel Tevgera Goran me tora hevdîtinên xwe yên li gel partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê temam kir. Li gel Tevgera Goran jî me hevdîtinek pir erênî û bi sod pêk anî. Armanca me ya hatinê jî ji bo alîkariyek di navbera aliyên siyasî, bi şêweyek hêsan pêşxistina diyalogan û çareserkirina pirsgirêkan e. Wan bi xwe jî diyar kirin ku ew di nava hewldaneke xebata neteweyî de ne ku çar parçeyên Kurdistanê jî vê ji wan hêvî dike. Ev ji bo me pir girîng e.”

Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de ev bi lêv kirin; “Hêvî dikim ku wê di demek kurt de ev xebatên me encam bigirin. Gavên berbiçav wê çêbibin. Bi gava yekem li gel gotinan wê diyalog jî dest pê bike. Dîsa ez dixwazim li ser navê partiya xwe vê jî bêjim, em li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî zilmê têkoşînek mezin dimeşînin. Em hemû bi hev re berxwedanekê dimeşînin. Ji bo azadiya gelê Kurd ev şert e. Her çiqasî rewşeke ku em dixwazin nebe jî, lê Kurd neçar in li hemberî hemû êrîş û zextên dixwazin me tine bikin li ber xwe bidin. Belê, divê dema Kurd vê dikin jî, demokrasiya navxweyî bin pê nekin. Divê hemû partiyên Kurd demokrasî û mafê giştî weke hev bibîne û li gel hev di nava diyalogê de bin. Têkoşîna demokrasiya bi hev re bidin.”

Heyeta HDP'ê piştî hevdîtina Tevgera Goran di saet 13:00'an de çû serdana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed.

Heyet ji aliyê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsiv Mihemed bi germî hate pêşwazîkirin.

Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn.