Ji TEV-DEM’ê li hember nirxandina De Mîstûra ya têkîldarî nifûsa Kurdan a li Sûriyeyê bertek

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji daxuyaniyên dawî yên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura ku dibêje “Li Sûriyeyê Kurd tenê ji sedî 5 in” matmayî mane, ev wek hewldaneke reşkirina rastiyan gelê Kurd bi nav kir.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) girêdayî mijarê daxuyaniyek nivîskî da. TEV-DEM'ê bang li De Mistura kir rastiyan baş bişopîne. Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Şandeyê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan De Mistura got ku ji tevahiya niştecihên Sûriyeyê Kurd tenê ji sedî 5 in. Wî ev yek di 29’ê Hezîrana 2016’an de di civîneke çapemeniyê de bi baweriyeke mezin mîna ku rastiyan civaka Sûriyeyê baş dizane, got. Em ji vê daxuyaniyê matmayî mane. Berpirsekî wiha yê NY’ê divê der barê dosyaya Sûriyeyê de baş bi baldarî tiştan nas bike û bi berpirsyartiya xwe rabe. Ev nîşaneyeke bi xeter e ku ev berpirs agahiyên girêdayî karê xwe baş nizane. Ev wê berovajî bandorê li ser rastî û duristiya wî ya li beramberî dozên ku li çareseriya wan digere, bike. Dibe ku ne bizanebûn jî hatibû gotin, lê ev axaftin dikeve çarçoveya kêmkirin û reşkirina rastî û hebûna gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê çendê em bang li De Mistura dikin ku rastiyan bi ziravî nas bike û bi awayekî objektîf van rastiyan ragihîne. Em jî bawer dikin ku birêz De Mistura dizane ku mafên gelan û hêza wan bi hejmar û miqdaran nayê destgirtin û pîvandin.

Birêz De Mistura diyar kir ku ji bo beşdariya Kurdan di danûstandinên Sûrî-Sûrî de wan gelek zehmetî û astengî kişandin û yek ji van ragîhandina federaliyê bû. Xwesteka federaiyê daxwazeke mafdar a gelê Kurd e û ji bo tevahiya Sûriyan dibe çareserî herî guncaw. Lê rastiya gelê Kurd û doza ya netewî li Sûriyeyê tê kêmkirin û reşkirin. Ev daxuyanî bi zanebûn ji bo paşguhkirin û dûrxistina nûnerên Kurdan ên rasteqîne ji danûstandinan buhaneyeke û pê hewl tê kirin ku Kurd ji vehûnandina pêşeroja welatê xwe dûr bimînin. Wekî din jî aliyên ku îdîa dikin ku nûnertiya Kurdan dike derewîn in.

Ji ber vê em bang li birêz De Mistura dikin ku li nîvê bisekine û di organîzekirin û avakirina danûstandinan de rast û durist be ku danûstandinên rasteqîne û berfireh li ser asta hemû Sûriyan pêk werin. Em dîsa vê yekê dibêjin ku heta radeyeke mezin rewabûna van danûstandinan girêdayî beşdariya rasteqîne ya gelê Kurd û daxwazên wî yên mafdar e. Em her wiha bi erênî daxwaza wî ya pêwîstiya derbaskirina astengiyên beşdariya nûnerê rasteqîne yên doza Kurd, dinirxînin."