Ji Taxa Nûr dengê çekan tê

Li hemberî Taxa Nûr a Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, hêzên dewleta Tirk dest bi êrîşan kirin.

Li hemberî Taxa Nûr a Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, hêzên dewleta Tirk dest bi êrîşan kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li taxên Nûr û Yafes îro careke din qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Bi îlana qedexeya derketina kolanan re ji aliyê hêzên taybet ên girêdayî Qesrê re tax hatin dorpêçkirin.

Seroka Meclîsa Gel Asya Yuksel a li navçeyê got ku saet nêzî 21.00’ê li hemberî Taxa Nûrê êrîşê destpê kir û got: "Dengê çek û bombeavêjan tê.”