NÛ BÛ

Ji sivîlên li Nisêbînê banga hestyarbûnê

YPS’ê di daxuyaniya xwe diyar kiribû ku li Taxa Alîka (Tûnç) mirovên sivîl, zarok û birîndar hene, banga liv û tevgerê li tevahî gel kiribû.

Yasemîn Erkol ji Nisêbînê bi rêya telefonê ji Med Nûçeyê re axivî, da xuyakirin ku li gel wan 35 kes û birîndarên giran hene, banga hestyarbûnê kir. ÎHD’ê jî xwest demildest korîdorek jiyanê bê vekirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniya îro de da xuyakirin ku ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê xwe kişandine.

YPS’ê di daxuyaniya xwe diyar kiribû ku li Taxa Alîka (Tûnç) mirovên sivîl, zarok û birîndar hene, banga liv û tevgerê li tevahî gel kiribû.

Ji Taxa Alîkayê Yasemîn Erkol bi rêka telefonê xwe gihand televîzyona Med Nûçeyê, ragihand ku li gel wan zarok û dayik hene, piraniya zarokan jî birîndar in. Erkol agahî da ku li cem wan 35 sivîl hene, got: “Em nikarin ti kesî bibînin, têkîliyê danin. Niha em nikarin ji vir derkevin, em alîkariyê dixwazin. Her tim dengê çekan tê. Birîndarên giran û kesekî ku xwîna zêde jê diçe heye. Em nikarin herîkîna xwînê rawestînin. Av nîne, xurek nînin. Psîkolojiya zarokan xira bûye.”

JI ÎHD’Ê BANG: DIVÊ DEMILDEST KORÎDORA JIYANÊ BÊ VEKIRIN

Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê jî ji bo sivîlên li Nisêbînê di bin dorpêça hêzên dewletê de ne bangawazî kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Sivîlên li navçeya Nisêbînê ji bo bêne tehliyekirin, banga alîkariyê dikin. Di heman demê de îfade dikin ku jiyana wan di xeteriyê de ye. Pêwîst e mafê jiyanê yên sivîlan bê parastin. Li navçeya Nisêbînê ji bo veguhestina mirovên sivîl divê demildest korîdorek jiyanê bê vekirin.”

ÎHD’ê bal kişand ku ji bo wehşetek wek li Cizîrê pêk neyê, divê demildest sivîl bên tehliyekirin, got: “Rayedarên fermî ji bo veguhestina sivîlan divê demildest rêya korîdorek jiyanê bide.”