Ji QSD’ê daxuyaniya têkildarî operasyona Reqayê
QSD’ê diyar kir ku di hemleya rizgarkirina Bakurê Reqayê de 2 gund ji çeteyan hatin rizgarkirin, hewana çeteyan a 120 mm jî hatiye îmhakirin.
QSD’ê diyar kir ku di hemleya rizgarkirina Bakurê Reqayê de 2 gund ji çeteyan hatin rizgarkirin, hewana çeteyan a 120 mm jî hatiye îmhakirin.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê encamên operasyon 25’ê Gulanê ya li Bakurê Reqayê dayîn destpêkirin eşkere kir.
Daxuyaniya QSD’ê ev agahî parvekirin:
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Bakûrê Reqa yê, di 25ê Gulanê hêzên me li gor bernameya hatibû diyarkirin şerên xwe berdewam kirin. Piştî şerên dijwar, hêzên me 2 gundên bi navê Mitemeşrice û Hezeriyat rizgarkirin. Şerên li van herêma qasî hat zelalkirin 20 çete hat kuştin û hawanek 120 mm a çeteyan jî hat îmhakirin.