BI DÎMEN

Ji Komalên Ciwan kongreya 'Tolhildan'ê

5. Kongreya Komalên Ciwan bi şiyara 'Bi tolhildana şoreşgerî, mêtîngeriyê parçe bike' di navbera 3-8'ê Tîrmehê de hat lidarxistin.

Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin, ku bi beşdariya zêdeyî sed delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, kongreya 5. a Komalên ciwan di navbera 3-8'ê Tîrmehê de bi rengekî serketî pêk hatiye.

Di daxuyaniya li ser encamên kongreyê de hat ragihandin, ku di kongreyê de taybetmendiyên pêvajoya siyasî û berpirsyariyên dikevin ser milê ciwanan bi berfirehî hatine nirxandin, erk û wezîfeya ciwanan ên di dema nû de hatine tespîtkirin, têkildarî hemû qadên xebatê plansaziyeke xurt hatiye amadekirin û biryar hatine standin.

Koordînasyonê diyar kir, hevrêyên wan ên fedayî yên di berxwedana xwerêveberiyê de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, mora xwe li kongreyê xistine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şehîdên me bûn beşdarên herî çalak û zindî yên kongreya me. Di nîqaşên xurt û bidesxistina asta biryardayînê de, rola esasî lîstin. Kongreya me ya bi biryardariyeke xurt, bi zelaliyeke bêdudilî û bi coşeke mezin qediya, bû kongreya tolhildan û serketinê."

KONGRE DIYARÎ ŞEHÎDÊN BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ HAT KIRIN

Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir, ku ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve weke gel û tevgera azadiyê, bi taybetî jî tevgera ciwanan di pêvajoyeke dîrokî de ne û bal kişand ser berxwedana lehengî ya di vê demê de tê kirin.

Koordînasyonê got, "Kongreya me destnîşan kiriye ku rastiya şehîdan rastiya me ya têkoşîna heyî ye û 5. Kongreya Komalen Ciwan di şexsê Şehîd Andok Ozgur û Şehîd Axîn Mahîr Dîcle de diyarî hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê hatiye kirin." Koordînasyonê destnîşan kir, ku kongreyê di asta herî bilind de soz û biryardariya xwe nîşan daye, ku ew ê bîranînên şehîdan bidin jiyîn û xeyala wan a 'Bi Rêberê azad re Kurdistana azad' bi cih bînin.

Di dewama daxuyaniya Koorînasyona Komalên Ciwan de bal hat kişandin tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên bê navber ên li hemberî bajar û çiyayên Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku li hemberî vî dijminê bi rengekî hovane êrîşî gelê Kurd dike, bi tenê berxwedan û têkoşîn divê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj hatiye em Rêberê xwe azad bikin û mêtîngeriya tecawizkar ji xaka xwe bavêjin" hat ragihandin, ku di kongreyê de  biryardarî û plansaziya 'bi tolhildana şoreşgerî, mêtîngeriyê parçe bike' hatiye destnîşankirin.

BIRYARÊN KONGREYÊ

Di daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan de li ser biryarên di kongreyê de hatin girtin, ev agahî hatin dayîn:

- Kar hemû wê li ser bingeha pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî, avakirian Xweseriya Demokratîk li Kurdistanê û hilanîna tola şehîdan bên meşandin. Li hemû parçeyan, heta azadiya Rêbertî wê çalakî bên lidarxistin.

- Komalên Ciwan hevalên Şehîd Axîn û Şehîd Andok weke rêberên ciwanên Kurdistanê yên serdema nû qebûl dike.

- Komalên Ciwan şehadetên pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî weke xeta serketin û lehengiye ya tevgera ciwanan pênase dike.

- Bi serhildan û berxwedana civakî ve, wê êrîşên dewletê yên li Kurdistanê bên pûçkirin û hemû astengiyên li pêşiya avakirina Kurdistana Xweser a Demokratîk ji holê bê rakirin.

- Li metropolên Tirkiyeyê wê xeteke bi bandor a çalakiyan bê destnîşankirin û çalakiyên berfireh bên lidarxistin.

- Li dijî faşîzmê wê li Tirkiyeyê yekîtiya şoreşê ya yekbûyî ya gelan bê afirandin, di vê çarçoveyê de bi rêxistinên ciwanan ên çep-şoerşger, mûalîf û demokratîk ên li Tirkiyeyê re têkilî bê danîn û xeteke hevpar a çlakiyê bê destnîşankirin.

- Li dijî bikaranîna esrar û eroînê û li hemberî fûhûş, dizî û ajankirinê ku li çar parçeyên Kurdistanê bi destê navendên şerê taybet li dijî ciwanan bi taybetî jinên ciwan tên bikaranîn, wê têkoşîneke xurt bê meşandin û çalakî werin lidarxistin.

- Li dijî zayendîperestiya ku berhemeke siyasî û îdeolojîk a zîhniyeta ji serdestiya mêr e, li her qadê wê li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinê bi pêşengiya jinên azad têkoşîn bê meşandin, li hemberî qetilkirina jinan û terora mêran, di xeta xweparastinê de têkoşîn bê meşandin.

- Bi esasgirtina perspektîfa neteweya demokratîk re; ji bo avakirina yekîtiya neteweyî wê tevî rêxistinên ciwanên Kurd ji xebatên neteweyî re pêşengî were kirin û li se vê bingehê zemînek ji bo pêkhatina 4. Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî were birêxistinkirin.

- Li dijî hêzên mêtînger, dagirker, faşîst û asîmîlasyonê, bi pêşengiya tevgera ciwanan wê li rêbazeke têkoşîna rêxistinbûyî li hemberî qirkirna çandî, leşkerî, siyasî û aborî esas were girtin.

- Bi şiyara 'Bi tola şoreşger, mêtîngeriyê parçe bike' wê li her qadê pêngava çalakiyên mezin ên xweser bê destpêkirin û pêşengî ji pêvajoya pêngava nû ya şoreşgerî re bê kirin.

...