Ji KCK'ê peyama sersaxiyê ya ji ber wefata Turkalî

Ji ber wefata şoreşgerê mezin Vedat Turkalî, KCK'ê peyameke sersaxiyê weşand û got, "Vedat Turkalî dostekî Kurd ê dilsoz û hevalekî Kurd bû. Em jî, weke gelê Kurd ji bo bîranîna wî divê bi rengekî girseyî beşdarî merasîma cenazeyê wî bibin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber wefata nivîskar Vedat Turkalî peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama KCK'ê de hat gotin, "Em bi êş û keser pê hesiyan, ku şoreşgerê mezin, welatparêzê hêja yê Tirkiyeyê Vedat Turkalî wefat kiriye. Bila serê hemû gelên Tirkiyeyê û malbata hêja sax be. Li ser navê Rêber Apo jî, em sersaxiyê ji gelên Tirkiyeyê û malbatê re dixwazin. Em sozê didin wî ku em ê xewn û xeyala wî ya Tirkiyeye demokratîk û gelên azad, pêk bînin. Em ê wî weke hevrêyekî xwe yê hêja, timî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Vedat Turkalî weke kadroyekî pêşeng ê sosyalîst, di afirandin û pêşvebirina nêrîn û têkoşîna sosyalîst a li Tirkiyeyê de roleke xwe ya mezin hebû û hat gotin, "Di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de kedeke wî ya bêdawî heye Di têkoşîna demokrasî, sosyalîzm û azadiyê de wê ti carî ji bîr nebe û her tim were bîranîn. Gelên Tirkiyeyê wê roj bi roj bêhtir qîmetê vî welatparêzê Tirkiyeyê bibîne."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Şoreşgerê hêja Vedat Turkalî di heman demê de romannivîsekî mezin bû, ku wijdanê gelên Tirkiyeyê ye; rewşenbîr û nivîskarekî mezin bû" û wiha dewam kir:

"Bi hostatiya xwe ya zimanê Tirkî, rastiya gelê Tirkiyeyê bi romanên xwe gelekî baş radixist pêş çavan û wê ev cihê wî yê hêja û giranbuha yê di cîhanahuner û wêjeya Tirkiyeyê de, veguhere ruhê gelên Tirkiyeyê.

Vedat Turkalî, weke şoreşger û rewşenbîrekî hezkirina gelên tirkiyeyê her di dilê wî de bû, di heman demê de dostekî hêja yê Kurdan bû. Ji ber ku baş dizanîbû Rêber Apo Tirkiyeyeke demokratîk dixwaze, mirovekî gelekî hêja bû, ku hevrêyê Rêber Apo bû. Demokratekî mezin bû, ku dizanîbû; welatparêziya rastî ya Tirkiyeyê hezkirin û parastina hemû gelan û azadiyan e. Mamosteyê me Vedat Turkalî wê her tim weke şervanekî demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdan were bîranîn.

BÛ WIJDANÊ GELAN

Vedat Turkalî, ku ji ber şovenîzm û dijminatiya li gelan qîmete wî bi têrkerî li Tirkiyeyê nehat zanîn, wê weke wijdanê rastî yê gelên Tirkiyeyê bibe abîdeyek û her tim mîna wijdanê vê xakê bê bîranîn.

Di nava rewşa şoven a li Tirkiyeyê de, bi ti awayî ji parastina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd venegeriya. Ji bo wî ji her tiştî girîngtir bû, ku bibe wijdanê gelan. Bi vê helwesta xwe ve xwe mezintir kir. Bi vê karaktera xwe ve nîşanî her kesî da ku ew şervanekî demokrasiyê yê rasteqîn e û têk naçe.

Mamosteyê me Vedat Turkalî, her tim li cem têkoşîna bindestan bû. Weke şoreşgerekî sosyalîst ê mezin ji biratiya gelan bawer kir û dostê hemû gelan bû. Ji ber ku dostê mezin ê gelan bû, timî li cem gelê Kurd ê têkoşîneke giran dimeşand, cih girt. Bi vê helwesta xwe ya egîdî, ji aliyê gelê Kurd ve hat hezkirin. Ev hezkirin û rêzdarî, wê her tim di dilê gelê Kurd de cih bigire.

Vedat Turkalî kêliyekê jî ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dûr neket. Wê her roj û her saetê, li cem gelê Kurd be. Gelê Kurd wê hest û hesreta wî bi xwe re bihêle. Weke pireke mezin a navbera gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê ji bo hesreta wî ya biratî û yekîtiya azad a gelan, têbikoşe.

Vedat Turkalî dostekî Kurd ê dilsoz û hevalekî Kurd bû. Em jî, weke gelê Kurd ji bo bîranîna wî divê bi rengekî girseyî beşdarî merasîma cenazeyê wî bibin. Lewma em bang li gelê xwe, hemû gelan, hêzên demokrasiyê, sosyalîst, rewşenbîr û nivîskaran, bi taybetî jî gelê Kurd ê li Stenbolê dikin, ku beşdarî merasîma cenazeyê rewşenbîr nivîskar Vedat Turkalî bibin û di koça dawî ya welatparêzê rastî yê Tirkiyeyê de bi wî re bin."