Ji Însiyatîfa Gel a Amedê banga berxwedana bênavber

Însiyatîfa Gel a Amedê bang li gel kir, ku heta Hevşaredarên Bajarê Mezin û hemû binçavkirî werin berdan û li wezîfeya xwe vegerin, li her qadê bênavber li ber xwe bide.

Însiyatîfa Gel a Amedê, li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, êrîş û berxwedana piştî binçavkirinê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin, "Dewleta TC a faşîst û nîjadperest, ku sed sal e qirkirin û komkujiyan dike lê ti carî bi ser neketiye, ji bo cara dawî şensê xwe biceribîne, bi rengekî namerdî dest bi êrîşa qirkirinê ya topyekûn kiriye. Li pêşberî serketinên siyasî û leşkerî yên Têkoşîna me ya Azadiyê, ku ji Xaneqînê heta Efrînê li gelemperiya Kurdistanê bi dest xistiye, rejîma AKP'ê ya faşîst ketiye nava panîkê. Rejîma AKP'ê ti pîvanên exlaqî û însanî nas nake û bi her awayî êrîşî gel^me dike. Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê şerekî topyekûn dimeşîne."

Daxuyaniya Însiyatîfa Gel bi vî rengî dewam kir: "Êrîşî her tiştên Kurdên bi rûmet û Kurdistanê dike û koledariyeke bêrûmet ferz dike. Dest datîne ser saziyên ku gelê Kurd bi fedakarî û berdêlên mezin afirandiye. Nikare xwe li hînkirina zimanê dayikê yê zarokên me rabigire û hewl dide dest deyne ser hemû saziyan.

Rejîma AKP'ê ya faşîst herî dawî êrîşî Amedê kir, ku navend û sembola vîna siyasî ya gelê Kurd e. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê yên bi vîna gelê Amedê hatine hilbijartin û gelek siyasetmedar dîl girtiye, şaredariya me xesp kiriye. AKP dixwaze vê hewldana xwe ya namerdî, piştî Amedê li bajar û navçeyên din ên Kurdistanê belav bike.

Amed ji bo gelê Kurd ne bajarekî ji rêzê ye. Amed vîna siyasî û dilê Kurdan e. Lewma gelê Amedê li pêşberî vê hewldana namerdî bêdeng nemaye û wê nemîne. Yekane rêya ku vê hewldana xesp û talanker bisekinîne, berxwedana bênavber a şev û roj a gelê leheng ê Amedê ye, ku beriya niha gelek caran kiribû.

Roj ew roj e ku em hemû hincet, dilşikestî û xeyîda xwe deynin aliyekî û xwedî li ziman, çand, nasname, rûmet û vîna xwe xwedî derkevin."

Însiyatîfa Gel a Amedê ev bang kir:

"Li ser vê bingehê em bang li gelê Amedê dikin;

Heta Hevşaredarên me û hevalên me yên bi wan re hatine binçavkirin bên berdan û li wezîfeya xwe egerin, li her qadê bênavber li ber xwe bidin.

Di vê çarçoveyê de nobeda me ya berxwedanê wê her roj saet di navbera 11:00-18:00 de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin bidome û em bang li tevahiya xebatkarên şaredariyê û gelê xwe dikin ku tevlî berxwedana nobedê bibin. Em ê bi vê berxwedana xwe ve dorpêçiya li ser şaredariyên xwe rakin.

Em bang li xebatkarên li şaredariyên qeyûm lê bi cih bûne dixebitin dikin, ku dest ji kar berdin û bi qeyûm re nexebitin. Yên bi qeyûmên mêtînger re dixebitin, xayîn in, noker in.

Her wiha em ê li her tax û kolanan bi şev û roj çalakiyan lidar bixin û li ber xwe bidin. Di vê çarçoveyê de em bang li ciwanên Kurd ên leheng dikin, ku pêşengiyê ji berxwedanê re bikin.

Her welatparêzên me yên wesayîta wan hene, em bang li wan dikin ku bi şev û roj li her kolanê li qorneyê bidin û nerazîbûna xwe bi vî rengî li dijî mêtîngeriyê nîşan bidin.

Roj ew roj e ku bi ruhê berxwedana Kobanê em xwedî li nirx û saziyên xwe derkevin. Em berxwedanê mezin bikin û polîtîkayên xesp û talanê yên rejîma AKP'ê pûç bikin."