Ji HPG’ê têkîldarî çalakiyan daxuyanî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku çeteyên Qesrê di şerê xwe yê qirêj de derbên giran ji hêzên gerîla dixwin. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyan de gelek çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, çeteyên Qesrê yên derbên giran ji hêzên gerîla dixwin, bi bikaranîna medya şerê taybet hewl dide encamekê bi dest bixe û der barê encamên şerê dawî de agahî da:

"Roja 22'ê Gulanê saet di navbera 04:00-04:30 d eartêşa TC bi desteka 18 maşînên zirxî û balafirên keşfê yên bêmirov li derdora gundê Bêmbo yê navçeya Colemêrg Şemzînanê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de, di navbera hêzên me yên gerîla û leşkerên artêşa TC de ji cihekî nêz ve şer qewimî. Di vî şerî de 2 leşker birîndar bûn. Artêşa TC piştre gule li wesayîteke gel a bazirganiya li ser sînor dikir reşand û ciwanê bi navê Samî qetil kir. Artêşa TC her wiha gule li malên li gund reşand û hin gundî binçav kir. Operasyon heman rojê saet di 19:30 de qediya. Yekîneyên veşartî yên artêşa TC li herêmê kemînan datînin.

SKORSKY HATE DERBKIRIN

Roja 23'ê Gulanê saet di 16:00 de helîkopterek bi tîpa Skorsky dema ji Geverê diçû Colemêrgê, li herêma di navbera gundên Xalanê û Kertînîsê bû hedefa çekên giran ên hêzên me yên gerîla. Ev helîkoptera derbên giran xwar, bêyî xwe bigihîne Colemêrgê, ji neçarî û lezgînî xwe li nexweşxaneya Geverê danî. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 7 leşkerên di helîkoptera Skorsky de bûn birîndar bûne. Piştî vê çalakiyê tabûra Sînova û Efeler obus û hawan avêtin qada çalakiyê.

LI GEVERÊ GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

23'ê Gulanê saet di 09:00 de yekîneyeke me ya gerîla, bi komeke leşkeran a li navbera qereqolên Mûseka û Mamreş ên li herêma Oremarê hesiyan û li hemberî van leşkeran çalakiyek pêk anîn. Di encama derbên ji nêz ve li leşkeran hatin dayîn de, 3 leşker mirin, 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê qereqolên li derdora herêma Mêrgê, hawan avêtin derdora xwe.

 

Roja 23'ê Gulanê saet di navbera 14:00-15:00 de, dema bi qasî 150 leşkerên Tirk ji derdora girê Şehîd Karker dadiketin geliyê Şehîd Karker, bûn hedefa çalakiya gerîlayên me yên ji du baskan ve. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Oremarê bi çekên giran gule li herêmê reşand.

 

Roja 23'ê Gulanê saet di 16:30 de dozerek artêşa TC a ji girê qereqola Oremarê heta derdora girê Şehîd Zerdeşt rê çêdikir, bû hedefa derbên çekên giran ên hêzên me yên gerîla. Di encamê de derb li vê dozerê ket û karê çêkirina rê sekinî.

 

23'ê Gulanê saet di 22:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Genîş ê Şemzînanê bi cih bûbûn, çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek birîndar bû.

 

Roja 20'ê Gulanê, komek gerîlayên me dema li daristanên navçeya Çewlik Solxanê bi erka xwe radibûn, ketin qada operasyonê ya artêşa TC û li vir şer derket. Di vê operasyona ku cerdevanên gundê Hamamlarê jî lê amade bûn de, 3 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

LI COLEMÊRGÊ KEMÎN

Ji 22'ê Gulanê û pê ve artêşa TC li herêma navbera gundên Seyîda û Îde yên Colemêrgê kemînan datîne.

GERÎLAYAN RÊ BIRÎN

Roja 23'ê Gulanê saet di navbera 07:00-18:00 de hêzên me yên gerîla li herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê rê birîn. Li vir kontrola nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine, bi vî rengî ne:

Nasnav: Avareş Colemêrg

Nav Paşnav: Kadîr Bîrcan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navên Dayik û Bav: Amîna-Cebelî

Dem û Cihê Şehadetê: 20'ê Gulana 2016 / Çewlik

 

Nasnav: Karker Cûdî

Nav Paşnav: Agît Barinç

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navên Dayik û Bav: Fatma-Yahya

Dem û Cihê Şehadetê: 20'ê Gulana 2016 / Çewlik

 

Nasnav: Rodî Piling

Nav Paşnav: Abîdîn Bayram

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navên Dayik û Bav: Şamîle-Nîzamettîn

Dem û Cihê Şehadetê: 20'ê Gulana 2016 / Çewlik"

...