BI DÎMEN

Ji HPG'ê daxuyaniya li ser êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Mexmûrê

Fermandariya HPG'ê ya Mexmûrê da xuyakirin, ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî wargeha Mexmûrê hatiye şikandin û di encamê de 2 çete hatine kuştin. Di êrîşê de gerîlayekî HPG'ê û welatiyekî ji wargehê jiyana xwe ji dest dan.

Fermandariya HPG'ê ya Mexmûrê li ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a danê vê sibehê, daxuyaniyek weşand û agahî da.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan saet di 06:00 de êrîşî wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bikin û hat gotin, "Gerîlayên me û hêzên parastinê yên wargehê zû bi vê êrîşê hesiyan û dest li hewldana êrîşê werdan. Bi destwerdanê re şer derket."

Fermandariyê diyar kir, di vî şerî de çeteyekî bombeya li ser xwe teqand û çeteyê din jî ji aliyê hêzên parastinê û gerîla ve hat kuştin.

Di dewama daxuyaniya Fermandariya HPG'ê ya Mexmûrê de hat ragihandin, di şer de gerîlayekî wan û welatiyekî wargehê yê bi navê Mehmet Arîf ê ji Bazîdê jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariyê da zanîn, ku ewlekariya giştî ya wargehê di bin kontrola wan de ye û li hemberî her şêwe êrîşan ew ê gelê xwe biparêzin.

Di vê navberê de bombeya li ser çeteyê hat kuştin, ji aliyê gerîlayan ve hat îmhakirin.