Ji hêzên gerîla çalakiyên bi bandor

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonên li Amed, Colemêrg, Dêrsim û Şirnexê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Şirnex û Dêrsimê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayên YJA Starê li hember leşkerên Tirk ên li girê Gûzekûrkê yê di navbera Şirnex û Qilebanê de çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kirin:

LI AMEDÊ OPERASYON

2’yê Gulanê artêşa TC li qada Şehîd Ferhat û Şehîd Serxwebûn a Amedê dest bi operasyonekê kirine. Di operasyonê de balafirên şer û helîkopterên Kobra jî qad bombe kirine.

LI DÊRSIMÊ ÇALAKÎ

2’yê Gulanê saet 16.40’an hêzên gerîlayên me li hember yekîneyek artêşa TC ya li derdora gundê Xarçik ê girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dêrsimê xwe bi cih kirine çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de çeperek bi temamî hate rûxandin û 2 leşkerên tê de hatine kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên Akdîlek û Kirmizi Kopru qada çalakiyê bi obus û hewanan bombe kirine. Dîsa, artêşa TC li derdora gudnên Kirmizi Kopru, Sîxan û Xacikê dest bi xebatên lêgerîn-lêkolînê kirine.

30’ê Nîsanê hêzên gerîlayên me wesayîteke ku ji qereqola Avûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê re malzeme dibir desteser kirine, ajokar serbest berdane û wesayît bi şêwitandinê bêkêr kirine.

JI YJA STARÊ ÇALAKÎ

2’yê Gulanê saet 06.30’an gerîlayên me yên YJA Starê li hember girê Gûzekûrkê yê di navbera Şirnex û navçeya Qilebanê de ku artêşa TC xwe tê de bi cih kiribû, çalakiyên sûîqestê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi hewan, obus û tankan bombe kiriye.

2’yê Gulanê saet 11.00’an hêzên gerîla li hember artêşa Tirk a li derdora qada Şehîd Kendal a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê bi cih bûne bi çekên giran çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Şehîd Rênas bi obus û hewanan bombe kiriye.

LI ŞEMZÎNANÊ SEWQIYATA LEŞKERÎ

1’ê Gulanê artêşa TC sewqiyata leşkerî ji bo Tabûra Garê ya li qada Şemzînan a Colemêrgê kiriye. Her wiha, artêşa TC di ketin û derketina navçeyê jî nuqteyên kontrolê danîne.

LI HEMBER QEREQOLA MAWA ÇALAKÎ

1’ê Gulanê hêzên gerîlayên me li hember qereqola Mawa bi çekên giran çalakî li dar xistine. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

29’ê Nîsanê artêşa TC li hember Genîş Tepesî yê li qada Şemzînanê dest bi operasyonekê kiriye. 3’yê Gulanê saet 07.30-08.00’an artêşa TC hewl da bikeve gir, li hember vê jî hêzên me bi çekên giran bersiv dane û artêşa TC vekişiyaye. Operasyona li vê qadê hê jî didome.

3’yê Gulanê saet 09.30-10.00’an helîkopterên Kobra û balafirên şer li qada Şehîd Havîn a li qada Şemzînanê dane.

2’yê Gulanê artêşa TC bi balafirên şer Genîş Tepesî, Kurê Mizgeftê û Şehîd Havîn ên li qada Şemzînanê bombe kirine.”