Ji HDP’ê ji bo Saziyên Civaka Sivîl û şaredariyan serdana spasiyê

Hevserokên Bajarê Wanê û parlamenterên HDP’yî, serdana saziyên civaka sivîl û şaredariyan kirin û ji ber piştgiriya di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de spasiya wan kirin.

Hevserokên HDP’ê yên Bajarê Wanê û parlamenterên HDP’yî, serdana saziyên civaka sivîl û şaredariyan kirin û ji ber piştgiriya di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de  spasiya wan kirin.

Hevserokên HDP’ê yên Bajarê Wanê Derya Hayva, M. Veysî Dîlekçî, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe û rêveberên bajar bi rêzê ve serdana Baroya Wanê, Van-TSO, Şaredariya Îpekyoluyê, Civata Bajarê Wanê, KJA, Navenda Jiyanê ya Jinê û KESK’ê kirin, ji ber piştgiriya ku di hilbijartinên giştî ên 7’ê Hezîranê de spasiya wan kirin.

Rawestgeha destpêkê ya HDP’yiyan Baroya Wanê bû. HDP’yiyên ku spasiya xwe pêşkêş kirin piştre, Van-TSO ziyaret kirin. Hevseroka Bajarê Wanê ya HDP’yî Derya Hayva di dema serdanê de axivî û wiha got, “Pêwîst e di her qadê de em hevkariyê bikin. Eger em bi vî awayî tevbigerin, ez bawer im  em ê encamên bi tendurist bigirin.”

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer, Selamî Ozyaşar û Remzî Ozgokçe yên piştî Hayva axivîn jî, ji ber sekna Van-TSO’yê spasiya wê kirin. Parlamenterên HDP’yî bal kişandin ser hevkariya tevgera bi hev re,  gotin ku sozên ku beriya hilbijartinê dane wê yek bi yek bînin cih.

‘POLÎTÎKAYA HIKÛMETÊ YA ROJAVA ME DIXE NAVA GUMANAN’

Necdet Takva yê Serokê Van-TSO yê di dawiyê de mafê axaftinê girt jî ev xisûs anî ziman: “Ez qet ne bê hêvî me. Tabloya pêwîst bû pêk bê ev bû.”

‘JI BO ŞAREDARIYA ÎPEKYOLU SERDANA SPASIYÊ’

Heyeta HDP’yî di çarçoveya serdanan de Şaredariya Îpekyolu ziyaret kirin.

Hevserokê Şaredariya Îpekyolu Veysel Keser, ji ber serdana heyeta HDP’ê keyfxweşiya xwe anî ziman.

Hevserok û parlamenterên HDP’yî herî dawiyê jî serdana Civata Bajêr, Navenda Jiyanê ya Jinê kirin. Hevserokê Bajarê Wanê M.Veysî Dîlekçî di dema serdana Navenda Jiyanê ya Jinê de axivî da zanîn ku, me di hilbijartinan de tevlîbûna zêde ya jinan dît.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer a piştî Dîlekçî axivî jî da zanîn ku mîmarê serketina encamên di hilbijartina 7’ê Hezîranê de jin in.

Serokê Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Sevgî Ozdînç jî keyfxweşiya xwe ji ber ziyaretê anî ziman.

Herî dawiyê jî heyeta HDP’yî serdana KESK’ê kirin û ew spas kirin.