Ji gerîlayên YJA Starê çalakiyên ji bo bîranîna Zîlan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê, li ser çalakiyên gerîla yên ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê, li ser çalakiyên gerîla yên ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê de ev agahî hatin dayîn:

"28'ê Hezîranê saet di 14:00 de, li hemberî leşkerên di navbera girên Şehîdan û Şehîd Lezgîn ên li navçeya Şirnex Qilabanê rê çêdikirin çalakiyeke sûîqestê hat lidarxistin. Di encamê de leşkerek hat kuştin.

29'ê Hezîranê saet di 11:00 de dîsa li vê herêma navbera girên Şehîdan û Şehîd Lezgîn, li hemberî leşkerên di nava tevgerê de bûn çalakiya sûîqestê pêk hat. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin.

Hêzên me roja 29'ê Hezîranê saet di 13:30 de bi hawanan li artêşa TC a li derdora girê Şehîdan bi cih bûbû, xistin. Di vê çalakiyê de çeperek çeka A4 hat rûxandin, derb li kepçe û kûleyekê hat xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin."