Ji gerîlayan çalakiyên bi bandor

Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayan dewam didomin. Di çalakiyên li Colemêrg, Şirnex, Bedlîs, Çewlik, Dêrsim, Wan, Sêrt, Riha û Amedê de gelek leşker hatin kuştin û balafireke keşfê hat xistin.

Li Bakurê Kurdistanê, li dijî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayan dewam didomin. Di çalakiyên li Colemêrg, Şirnex, Bedlîs, Çewlik, Dêrsim, Wan, Sêrt, Riha û Amedê de gelek leşker hatin kuştin û balafireke keşfê hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê çalakiyên navbera 29-31'ê Tebaxê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:

COLEMÊRG

Roja 31'ê Tebaxê saet di 17:45'an de rêya nêzî gundê Navreza yê navbera qada Gerdiya û Şemzînanê, ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye kontrolkirin. Di vê çalakiyê de kontrola nasnameyan hatiye kirin û li ser pêvajoyê gel hatiye agahdarkirin.

31'ê Tebaxê saet di 11:00 de rêya diçe Tûgaya Şemzînanê, qereqolên Garê, Katuna û Xelena ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hat girtin. Li ser vê rêgehê nasname hatin kontrolkirin û gel li ser pêvajoyê hat agahdarkirin.

31'ê Tebaxê saet di navbera 20:00-21:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Garê ya li herêma Şemzînanê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi çekên giran de hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Ji ber ku rêya diçe qereqolê ji aliyê gerîlayên me ve hat kontrolkirin, ambûlansên diçûn qereqolê berî bigihêjin nuqteya kontrolê vegeriyan.

29'ê Tebaxê saet di 09:00 de hêzên me yên gerîla li diJî tankeke artêşa T.C a li herêma gundê Davuşa yê ser bi navçeya Colemêrg Çelê, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de lûleya tankê û kûleya li nuqteya bicihbûna tankê hatine rûxandin. Leşkerekî li kûleyê hatiye kuştin.

31'ê Tebaxê saet di 07:30 û 16:30 de li hemberî qereqola Girê ya li ser sînorê herêma Zapê, gerîlayên me bi çekên giran êrîş kirine. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqolên Girê û Êrîş obus û hawan avêtine qada gundên Betkar û Sipîndarê.

Rêya navbera Colemêrg-Çelê, rêya navbera qada Geliyê Doskî yê Geverê-Qereqola Oremarê, rêya navbera Şitaza û Oremar, rê navbera Gundê Derya yê Şemzînanê-Qereqola Bezelê, ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatin kontrolkirin.

BALAFIRA KEŞFÊ HAT XISTIN

31'ê Tebaxe saet di 14:00 de balafira keşfê ya bi tîpa Bayraktar a li ser qereqola Garê ya navçeya Colemêrg Şemzînanê digeriya, ji aliyê hêzên me yên gerîla ve di encama çalakiyeke bi çekên giran û ferdî de hat xistin. Enqaza balafira keşfê ji aliyê hêzên me ve hatiye tespîtkirin.

31'ê Tebaxê, hêzên me yên gerîla ji bo bîranîna heval Şehîd Andok, li hemberî girê Meşkan ê Colemêrgê ji saet 07:00 heta saet 11:00 bi çekên giran û hawanan çalakî pêk anîne. Di heman demê de çalakiyeke sûîqestê jî hat kirin û li vir leşkerekî hawan bi kar dianî, hat kuştin. Piştî çalakiyê, bi koordîneya balafirên keşfê helîkopterê bi tîpa kobra xwestine dest li bûyerê werdin. Ji ber bersivdayîna bi çekên giran a hêzên me, helîkopterê gule bi tenê li derdora gir reşandiye. Li vir şewat derketiye û şewat hînê dewam dike.

WAN

31'ê Tebaxê saet di 09:25'an de, konvoyeke leşkerî dema dixwest ji qereqola Elcî ya navçeya Wan Elbakê derbasî qereqola Boşanê bibe, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiya ji bo bîranîna hevalên me yên li Dêrsim û Botanê şehîd ketin hat lidarxistin de, maşîneke bi tîpa Revo bi temamî hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.

31'ê Tebaxê saet di navbera 17:30-21:30 de, hêzên me yên gerîlayên li ser rêya navbera navçeya Wan Ebex û Kiyanîş a Qelqeliyê kontrola rê kirine. Li vê derê, der barê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Cerdevanên bi navê Cahît Demîrkan, Salîh Tosûn, Ahmet Yalçin û Davût Yildiz li vê derê li pêşberî gel soz dane ku ew ê dest ji cerdevaniyê berdin û li ser pêşniyara gel, serbest hatine berdan. Hêzên me piştî ku ala PKK'ê li cihê çalakiyê daliqandin, vegeriyan baregehên xwe.

31'ê Tebaxê saet di 18:00 de gerîlayên me li hemberî qereqola Kotom a Wanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC gule li derdorê reşandiye.

RIHA

29'ê Tebaxê saet di 01:30 de, li navenda Rihayê hêzên me yên gerîla, li dijî tecrîda li ser R^ber Apo, zext û polîtîkayên komkujiyê yên li hemberî gelê Kurd, çalakiyeke bersivdayînê pêk anîn. Gerîlayên me bi çekên ferdî li wesayîteke bi marka doblo ya 2 polîs tê de bûn û dihatin nexweşxaneya Balikligolê xistin. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatine kuştin. Piştî çalakiyê, ji ber qelebalixiyê hêzên me nekarî biçin ser cenazeyan û xwe vekişandin baregehên xwe.

ŞIRNEX

31'ê Tebaxê saet di 17:40 de li navçeya Şirnex Elkê stasyonên baz ên Vodafone, Avea û Turkcellê, di encama çalakiya sabotajê ya hêzên me yên gerîla de hatine rûxandin.

SÊRT

31'ê Tebaxê saet di 17:40 de, li navçeya Sêrt Berwariyê, li hemberî leşkerên li dora traktora erzaq dibirin ji qereqola Şuxan civiyabûn, tîma Şehîd Sarya ji bo bîranîna hevala Şehîd Ekîn Wan, ji du baskan ve bi çekên giran û sûîqestê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker birîndar bûn. Her wiha bi çekên giran li tankek û mewziyên A-4 hatiye xistin.

AMED

Veguhastina leşkerên artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky li sêgoşeya Lice, Karaz û Hênê dewam dike.

ÇEWLIK

Li navenda navçeya Çewlik Kanîreşê û gundên wê, kontra bi telefonê li gel digerin û gefê li mirovan dixwin. Ev gefên bi rêya telefonan tê xwarin, zêde bûne.

Ji 29'ê Tebaxê û vir ve polîsên tevgear taybet li navenda navçeya Çewlik Kanîreşê tên bicihkirin.

31'ê Tebaxê saet di navbera 16:00 - 19:00 de cerdevan û leşker hatine gundên Bedran, Alpira û Çir ên ser bi navçeya Çewlik Kanîreşê. Tevgera li vê qadê dewam dike.

Di êvara 31'ê Tebaxê saet 19:00 de, artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşkera daniye gundên Warê, Erebo û Xuşokê yên navçeya Çewlik Kanîreşê û yekîneyên taybet li vê derê hatine bicihkirin.

BEDLÎS

Di sibeha 31'ê Tebaxê de, helîkoptera bi tîpa Skorsky a artêşa Tirkr, dema berê xwe dida qereqola Hîdrîz a li Bedlîsê, rastî çalakiya hêzên me yên gerîla ya bi çekên giran hat. Der barê encama van derban de agahiyeke berfireh nehat bidestxistin.

31'ê Tebaxê saet di navbera 09:30 - 13:00 de rêya navbera Bedlîs-Bedlîs Xîzanê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Li ser vê kontrola nasnameyan hatiye kirin û der barê pêvajoyê gel hatiye agahdarkirin. Di dema kontrola rê de wesayîtek nesekinî û gule li hêzên me yên gerîlayên YJA Starê reşandin. Hêzên me jî di cih de bersiv dan û wesayît ji herêmê reviya.

Ji 12'ê Tebaxê û pê ve, rêyên navbera Tetwan-Xîzan û Bedlîs-Xîzanê ji aliyê hêzên me yên gerîla ve tê kontrolkirin.

31'ê Tebaxê saet di navbera 13:30 - 15:00 de rêya diçe qereqola Şêx Cuma ya li Bedlîsê ketiye bin kontrola gerîlayên me. Li ser vê rê kontrola nasnameyan hat kirin, ji gel re der barê pêvajoyê de agahî hat dayîn. Her wiha wesayîtek kelûmel dibir ji qereqolê re hat şewitandin.

DÊRSIM

Ji 17'ê Tebaxê û vir ve çalakiya kontrolkirina rêyên Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pulurê ji aliyê gerîlayên me ve dewam dike."