Ji gerîlayan çalakiya bi bandor: Gelek leşker mirin

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, gerîlayên HPG'ê çalakiyeke xurt lidar xistin. Di vê çalakiyê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li Çelê derketin operasyonê, gerîlayan çalakiyeke bi bandor lidar xistin. Hat ragihandin, di encama vê çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin. Çavkaniyên Tirk dan xuyakirin, ku di çalakiyê de 4 leşker mirin e. Lê çavkaniyên herêmî dibêjin hejmara mirî û birîndaran gelekî zêde ye.

Der barê çalakiyê de hînê HPG'ê daxuyanî nedaye.

LI DARA HÊNÊ HERÎ KÊM 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li navçeya Çewlik Dara Hênê jî di şer de herî kêm 2 leşker hatin kuştin, ku yek ji van çawişê pispor e.

LI DÊRIKÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li aliyê din, ji leşkerên di çalakiya pêr a li Dêrikê de birîndar bûn 2 leşkerên din mirin.