BI DÎMEN

Ji deh hezar zêdetir koçber, gihiştin cihên azad

Welatiyên Reqa û derdorî wê yên ku bi salan di bin zilm û zextên çeteyên DAIŞ’ê de bi neçarî dijiyan, ref bi ref ber bi herêmê ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ve hatine azadkirin ve diçin.

Heh hezar mirovên ji Reqa, Hûmûs Mesken û herêmên din, xwe gihandin herêmên azadkirî yên Reqayê.

Mirovên ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin pêşwazîkirin, ji ber derfetên kêm ji neçarî li herêmên bejahî hatine bicihkirin. Pêwîstiyên mîna kon, xwarin, vexwarin û dermanan yên mirovan pêşwazî dikin.

Mirovên ku bi qasî karî ji herêmên jê reviyayî tişt li gel xwe anîbûn, banga alîkariya lezgîn kirin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlhan Ehemet a ku duh ji ANF’ê re axivî, anî ziman ku têkildarî koçbaran divê bi lezgînî hinek tişt bên kirin.

Ehemed a ku diyar kiribû ku divê deriyekî yê alîkariyê yê lezgîn bê vekirin, wiha got: “Mirov bi rojan li çolan bê av û bê xwarin bi meşê tên. Bi rewşekî pir xirab xwe digihînin hêzên me. Hêzên me pêwîstiyên mîna xwarin, vexwarin û pêwîstiyên dermankirinê ku em ji bo wan dişînin, pêşkêşî koçberan dikin. Lê dîsa jî têrê nake. Ji ber ku hêjmara koçberan a di nava 3 rojan de gihiştîn giha 10 hezaran.”