BI DÎMEN

Ji ciwanên Hesekê pêngava ji bo Bakurê Kurdistanê

Ciwanên ji Hesekê bi dirûşma "Her der Bakur e, her der berxwedan e" dest bi pêngavekê kirin. Ciwanan diyar kirin, ew amade ne di nava berxwedana li Bakurê Kurdistanê de cih bigirin.

Di çarçveoya pêngava bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li Hesekê hat destpêkirin de, afîşên bi zimanên Kuerdî, Erebî û Suryanî yên bi nivîsa "Ruhê Kobanê li Cizîrê ji nû ve şîn dibe, xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê pûçkirina komploya li ser Rêber Apo ye" li dîwar û bîlbordan hatin daliqandin.

Ciwanên balê dikişînin ser girîngiya xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê, nêrînên xwe bi me re parve kirin:

'SERKETIN WÊ YA ME BE'

ŞAHÎN EFRÎN: Em dixwazin şoreşa Bakur li her derê bidin bihîstin. Di vê çarçoveyê de pêngava me dewam dike, Heta her bihosta xaka Kurdistanê, her qada hevrêyên me lê şehîd ketine bê azadkirin, ev berxwedana me wê bidome.

SLAV HESEKÊ: Em li her cihî her tim amade ne. Ji Erdogan re em vê dibêjin; Kurd yek in. Kes nikare Kurdan parçe bike. Ruh û kêfxweşiya Kurdan yek e. Lewma serketin wê her tim a me be.

AHMED ZUBEYR: Weke ciwanên ji Hesekê em amade ne cihê xwe di nava şoreşa li Bakur de cih bigirin. Em amade ne dewleta Tirk veguherînin qada şewatê. Çawa ku ciwanên Bakurê Kurdistanê li Kobanê şer kirin, em jî amade ne sînoran rakin.

...