Ji bo Xerabê Bava banga lezgîn hat kirin

Cîgira Hevserokên DBP'ê Şîmşek bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku ji bo gundê Xerabê Bava bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), li ser dorpêçî û êrîşa li gundên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya li Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û Alîkarê Hevserokên Giştî Mehmet Arslan, ku cihê xwe di çalakiya nobedê de digire, beşdarî civînê bûn.

Şîmşek li civînê axivî û got, "Hewldanên heyetê ku partiya me jî nav de ye, encam mane û bi ti awayî nikarin xwe bigihînin Waliyê Mêrdînê û Qeymaqamtiya Nisêbînê." Şîmşek anî ziman ku destûr nayê dayîn heyet xwe bigihîne gund û got, "Bi hinceta 'Operasyon didome' nahêlin ku em bikevin nava gund. Her wiha ti tekilî bi gund û gundiyan re tine ye. Li gund di asteke tirsnak de mafên mirovan tên binpêkirin."

'BI VAN POLÎTÎKAYAN PIRSGIRÊKA KURD NAQEDE'

Şîmşek destnîşan kir ku ji salên 1990’î ve li heremê rewşa awarte didome û wiha dewam kir: "Zêdeyî 4 hezar gund hatin şewitandin û valakirin. Xerabê Bava jî di salên 90’î hatiye valakirin û ji nû ve jî hatiye avakirin. Êrîş û dorpêçên îro jî encamê polîtîkayên ewlehiyê ne. Îşkence û zilma li ser gundiyan jî nayê qebûlkirin. Daxuyaniyên 'Hewcehiyên gundiyan tê çareserkirin' jî rastiyê nîşan nadin. Di heman demê de destûr nayê dayîn kes bikeve nava gund. Pirsgirêka Kurd, gelê Kurd û yên îro bi van polîtîkayên 40 salan naqedin."

BANGA XWEDÎ DERKETINA LI XERABÊ BAVA

Şîmşek diyar kir, rewşa li gundê Xerabê Bava rewşa Tirkiye ya li dervê hiqûq û demokrasiyê nîşan dide û wiha berdewam kir: "Wêneyên gihiştin ber destê me rastiyan radixe pêş çavan. Bi gundê Xerabê Bava re li ser 2 gundên din jî dorpêç dest pê kir. Divê rayedarên dewlet û hikûmetê derbarê Xerabê Bava de daxuyanî bidin."

Şîmşek hikûmet jî ji ber polîtîkayên tê meşandin hişyar kir û banga xwedî derketina Xerabê Bava li saziyên mafên mirovan a navneteweyî kir. Şîmşek da zanîn ku nobeda dane destpêkirin, heta dorpêç rabe wê bidome û got: "Hêzên li Xerabê Bava hêzên tarî ne. Em vê yekê ji Nisêbînê dizanin. Hilweşandina Nisêbînê li Xerabê Bava berdewam dike."