Ji bo şervanê YPS'ê Yilmaz mevlûd hat dayîn

Ji bo şervanê YPS'ê Oguz Yilmaz mevlûd hate dayin.

 Ji bo şervanê YPS'ê Oguz Yilmaz mevlûd hate dayin.

Ji bo şervanê YPS'ê Oguz Yilmaz ê di 10'ê Adarê de li navçeya Sûrê di dorpêça terora dewletê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Şehîtlîkê ya Yenişehirê mevlûd hat dayîn. Endam û rêveberên MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, DÎADER, HDP û DBP, rêxistinên civakî ji di nav de gelek welatî amade bûn. Bernameya mevlûdê bi rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê MEYA-DER Hasan Pençe di bernameyê de diyar kir ku çawa Seid Riza li hember listikan serî netewandiye, ew jî wê heta dawi li hemberî wan serê xwe natewînin. Bernameya mewlûdê bi xwendina mevlûdê û danîna xwarinê bi dawî bû.