Ji bo qedexekirina mîtînga Erdogan a li Elmanyayê kampanyaya îmzeyan

Li dijî îdîayên Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan wê li Elmanya mîtîngekê lidar bixe, bi dirûşma “Erdogan asteng bikin/ ji diktatorî û propagandaya darvekirinê re NA’ dest bi kampanyaya îmzeyan hate kirin.

Kampanyay îmzeyan a ku duh şev hatibû destpêkirin û 110 hezar îmze dike hedef ku ji bo hikûmet Federal a Elmanyayê re bişînin heta niha 16 hezar kesan piştgirî kiriye. Ji derveyî Elmanyayê jî piştgiriya kampanyayê tê kirin.

Di metna kampanyayê de hate diyarkirin ku Erdogan di bin navê ‘Sîstema serokatiyê’ de dixwaze diktatoriyê ava bike û bi vê armancê tê plankirin ku di meha Adarê de li Elmanyayê mîtîngeke ya propagandayê lidar bixe. Di metnê de hate diyarkirin ku divê hikûmeta Federal û saziyên rêveber rê endein vê yekê, bal kişand ku destûrdayîna mîtînga Erdogan a li Elmanyayê di destê hikûmetê deye.

Di metnê de hate destnîşankirin ku rêdayîna mîtînga Erdogan a propagandaya sîstema zext û zilmê wê îmaja Elmanyayê bihejîne, di heman demê de di asta demokrasî û azadiyê de, li dijî eniya jiyana azad di asta êrîşê deye.

Di metên de wiha hate gotin: “Serokê desthilatdariyekî biyanî, li Elmanyayê pesindayîna cezayê darvekirin û diktatoriyê, ti meşrûtyeta wê nîne.”

Her wiha di dawiya metnê de hate bibîr xistin ku li Tirkiyeyê, îxlalên mafê mirovan, girtina rojnamevanan, girtina siyasetmedarên muxalîf û piştgiriya hikûmeta Tirk a ji bo komên cîhadî û zêdetir bûne û wiha hate gotin: “Di nava van şertan de divê rê neyê dayîna lidarxistina mîtîngê.”

Dikarin bi rêya vê navnîşan kampanyaya ku wê heta 21’ê Adarê bidome îmzayê xwe bikin;

http://https://www.openpetition.de/petition/online/erdogan-auftritt-verhindern-nein-zu-propaganda-fuer-diktatur-und-todesstrafe