Ji bo Kulter serî li NY hate dayîn

Ji bo Hûrşît Kulter ê DBP’î ku 27’ê Gulanê li Şirnexê ji aliyê çeteyên Qesrê hate binçavkirin û aqûbeta wî nayê zanîn, serî li NY hate dayîn.

Ji bo Hûrşît Kulter ê DBP’î ku 27’ê Gulanê li Şirnexê ji aliyê çeteyên Qesrê hate binçavkirin û aqûbeta wî nayê zanîn, serî li NY hate dayîn.

Parêzerên girêdayî Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê, ji bo Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku 27’ê Gulanê li Şirnexê ji aliyê çeteyên Qesrê hate binçavkirin û aqûbeta wî nayê zanîn, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.

Kulter ê ji 14’ê Adarê ve ku êrîşên qirkirinê li ser Şirnexê destpê kiribûn li Taxa Bahçelîevlerê dima, 27’ê Gulanê ji malbata xwe re peyam şand, diyar kir ku hatiye dorpêçkirin û got, “heqê xwe helal bikin.” Ji wê rojê heta niha ti agahî jê nehatiye girtin.

Ji ser hesabê "BÖF @Tweet_Guneydogu"  ku tîmên taybet ên li Şirnexê êrîşên qirkirinê pêk tînin bi kar tînin, hatibû ragihandin ku Kulter binçavkirî ye.

Parêzerên ÎHD’ê û malbata Kulter serî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, Dozgeriya Komarê, 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û Walîtiya Şirnexê dabûn, lê bersiva “binçavkiriyekî bi vî navî di qeydên me de nîne” standibûn. Li ser vê jî di qada navneteweyî de ketin nav tevgerê.”

Tîmên taybet ên ku di parvekirinên destpêkê de gotin Kulter bi saxî binçav kirine, di heman hesabî de duh êvarî jî peyama "Hûrşît Kulter ê li pêşberî kamerayê xwerêveberî îlan kir di çala kanalîzasyonê de helalî xwestiye, niha di dojehê de ye" parve kirin. Li ser gûmana înfazkirina Kulter parêzerên ÎHD'ê serî le NY'ê dan û xwestin aqûbeta Kulter ji Tirkiyeyê bê pirsîn. 

Di daxwaznameyê de hate gotin ku jiyana Kulter di bin xetereyê de ye. Di serlêdana ku li ser navê bavê Kulter, Hamdî Kulter hate kirin de hate xwestin ku NY bibe mudaxîl.