Ji bo hevdîtinê serlêdan hat kirin
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez, xwişk û birayên Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan îro careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdanên heta niha hatine kirin, hemû bi bahaneyên ji hev cuda nehatin qebûlkirin.
1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî, hevdîtin di nava dema Rewşa Awarte de qedexe kiribû.