Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ji bo gerîlayê HPG’ê Barinç li Wanê mewlûd hate dayîn

Ji bo Gerîlayê HPG’ê Agîd Barinç yê ku li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê mewlûd hate dayîn.

Ji bo Gerîlayê HPG’ê Agîd Barinç (Karker Cudî) ê ku di 21’ê Gulanê de li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê mewlûd hat dayîn. 

Di mewlûda li mizgefta Şahadet a Taxa Şabaniyeyê de Alîkara Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Wanê Nazmiye Acar, Endamên Reverberiya HDP’ê a Bajarê Wanê, Hevseroka MEYA-DER’ê ya Wanê Nerîman Ûrar, Nûnerê TUYAD-DER’ê, Însiyatîfa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên KJA’yê û welatî amade bûn. 

Piştî duayên ku hatin xwendin ji bo cangoriyên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rez hate giritin. 

Hevseroka MEYA-DER’ê ya Wanê Ûrar û Alîkara Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Wanê Acar di axaftinên xwe de peyama wê dest ji tekoşîna gelê Kurd bernedin û wê xwe bigihînin azadiyê dan.