Ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Mijînî konê şînê hat danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Mijînî ê di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Kato Jîrka şehîd bû, li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî konê şînê hat danîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Mijînî (Micahîd Tok) ê di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Kato Jîrka şehîd bûbû, şîn hat danîn. Sazî û nîştecihên Mexmûrê bi girseyî serdana konê şînê kir. Li konê şînê wêneyê şehîd û Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan hatin danîn. Li vir ewilî ji bo giyanê tevahiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek axivî. Îşlek di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Bahoz de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Em di serî de dibêjin serê Rêber Apo, hevrêyên wî û tevahî gelê Kurd ê azadîxwaz sax be. Em her roj şehîdên weke Şehîd Bahoz didin, tevî ku di van pênc mehên dawî de şerekî dijwar û bê edaletî yê ku bi kîmyabaranê êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî dikin, heval Bahoz soza ku dayî gelê xwe û hevalên xwe heta şehadetê meşand.”

Piştre xalê Şehîd, Sebrî Mijînî jî axivî û diyar kir ku ew tu caran gazind û hêviyan ji dijmin nake û got: “Em çiqas xwînê birêjin jî wê rêxistina me gav paşde ne avêje, ji ber ku em mafê xwe yê rewa diparêzin. Em jî dibêjin destpêkê serê Rêbetiya me sax be, serê hevrêyên wî yên di çeperan de li ber xwe didin û tevahî gelê Kurd ê xwedî wijdan sax be.”