BI DÎMEN

Ji bo endamên YPS'ê li Êlihê mala sersaxiyê

Ji bo endamên YPS'ê Îlyas Turkan û Yûnûs Dîlmaç ên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan, li Êlihê serdanên sersaxiyê tên kirin.

Ji bo endamên YPS'ê Îlyas Turkan (Rustem Mawa) û Yûnûs Dîlmaç (Dilgeş Batman) ên li navçeya Mêrdîn Nisêbînê roja 24'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest dan, li Mala Sersaxiyê ya Feqiyê Teyran a li taxa Bayindirlik a Êlihê serdanên sersaxiyên tên kirin.

Rûspiyên bajêr, siyasetmedarên Kurd û şêniyên bajêr serdana malbatan dikin û sersaxiyê ji wan re dixwazin.

Li mala sersaxiyê tevî wêneyên Turkan û Dîlmaç, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YPS'ê hatin daliqandin.

Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, li bajarên Kurdistanê têkoşîneke bêhempa ya rûmetê tê meşandin û hat destnîşankirin, gelê Kuerd bi berdêlên bi pêşengiya PKK'ê dayî xwe gihandiye van rojan û bûye xwedî destketiyan.

Mala sersaxiyê wê sibe jî vekirî be.

...