'Ji bo dest deynin ser vîna gel dixwazin qeyûm erkdar bikin'

Hevşaredarên navçeyên Amedê, wezîfedarkirina qeyûman a li şaredariyan weke derbek li demokrasiyê pênase kirin û gotin, "Eger qeyûm werin erkdarkirin, em ê tevî gelê xwe biherikin kolanan."

Desthiltdariya AKP'ê, di çarçoveya plana bicihkirina qeyûman li Şaredariyên DBP'yî de, heta niha bi dehan hevşaredaran bi bahaneyên ji hev cuda ji wezîfeyê girtiye. Her wiha bi dehan hevşaredar jî hatine binçavkirin.

Hevşaredarên navçeyên Amedê, plana AKP/Qesrê ya li ser erkdarkirina qeyûman ji ANF'ê re nirxandin:

Ahmet Cengîz (Hevşaredarê Çinarê): Hebûna şaredariyên me yên hewl didin bersivê bidin pêdiviyên gel û di vî warî de serketî ne, her wiha têkoşîna gelê Kurd, hikûmetê aciz dike. Lewma bi rêbazeke antî demokratîk bi wezîfedarkirina qeyûman hewl dide pêşî li vê yekê bigire. Hevşaredarên me bi rêbazên demokratîk hatin hilbijartin. Lewma nabe ku em li hemberî ji wezîfegirtina wan, bêdeng bimînin.

Weke ku tê zanîn, di 15'ê Tîrmehê de hewldaneke darbeyê rû da. Di rewşeke ku ev hewldana li dijî hikûmetê nayê qebûlkirin de, çima bicihkirina qeyûman li şaredariyan bê bicihkirin? Tê zanîn, partiya me bi rêjeyeke bi qasî ji sedî 95'an şaredarî bi dest xist û berdêla xwe çi dibe bila bibe, dev ji temsîlkirina vîna gel berneda. Ji wezîfeyê girtina hevşaredarên me, wê bi ti awayî bi kêrî civakê neyê. Berevajî wê bibe sedema windahiyan. Pêwîste hikûmeta AKP'ê dest ji cotstandartiyê berde, hevalên me yên ji wezîfeyê girtiye, derhal wezîfeya wan radestî wan bike. Ji ber ku pêwîstiya vî welatî ji her tiştî bêhtir bi aştiyê heye.

Metîn Dînar (Hevşaredarê Pasûrê): Hikûmeta ku dixwaze hevşaredarên me yên bi vîn û keda gel hatine ser desthilatdariyê ji wezîfeyê bigire, di heman demê de radibe 'ji bo demokrasiyê' diqîre. Weke ku tê zanîn, ji sala 1925'an heta 1999'an şaredariyên li herêmê di nava 76 salan de di destê partiyên dewletê de bûn. Di navbera xizmeta wan dan û ya me dane de, cudahiyeke gelekî mezin heye. Em xizmetê ji gelê xwe re dikin û li gorî berjewendiyên civakî tevdigerin. Ji ber vê yekê, eger qeyûm bê erkdarkirin, çawa ku Serokkomar Erdogan di 15'ê Tîrmehê de ji bo xwedîderketina li demokrasiyê bang li gel kir ku dakeve kolanan, em ê jî vî mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û li kolanan nerazîbûna xwe nîşan bidin, şaredariyên xwe temsîl nekin.

Guler Ozavci (Hevşaredara Hezroyê): Hikûmeta AKP'ê hewl dide, şaredariyên bi rêbaza demokratîk nekarîbû bigire, bi rêya qeyûman desteser bike. Hikûmeta ku pêşî li siyaseta demokratîk dike, bi bahaneyan gelek hevalên me yên hevşaredar ji wzîfeyê girtin û hê jî digire. Ji bo em şaredariyan qezenc bikin, weke partî me gelekî li ber xwe dan û li hemberî zor û zehmetiyan şaredarî qezenc kirin. Weke DBP em hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ya li hemberî hikûmetê rast nabînin. Çawa ku em li dijî vê ne, di heman demê de em ji wezîfegirtina hevşaredarên bi vîna gel hatin ser desthilatadriyê jî bi ti awayî qebûl nakin. Li cihê demokrasî lê hebe, yên bi hilbijartinê hatine, encax bi hilbijartinê biçin.