Ji bo cenazeyan maseya qrîzê hat avakirin

Li Mêrdînê ji bo teşhîskirina cenazeyên ji 2 jêrzemînên avahiyên li Cizîrê yên ji bo karên otopsiyê rakirin bajarên cur bi cur maseya qrîzê hat avakirin, mînakên xwînê ji malbatan tê girtin.

Karên otopsiyê yên cenazeyên kesên ku li du jêrzemînên cuda yên li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî hatin qetilkirin ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdîn, Şirnex, Riha û Amedê, dewam dike, ji ber cenaze nikarin bên teşhîskirin ji malbatan mînakên xwînê tên girtin.

Ji bo ku malbat neçin bajarên cuda û li yek derê mînakên xwînê bidin, li Mêrdînê ji aliyê DBP’ê, MEYADER, ÎHD û Şaredariya Mêrdînê ve maseya qrîzê hat avakirin.

Heta niha 20 malbatan serlêdan kiriye û mînakên xwe yên xwînê radestî maseya qrîzê kirine û serlêdana malbatan hê jî didomin.