Ji ber nûçeya ‘Kemal Kurkut’ bi ser mala nûçegihan Gok de girtin

Polîsên Tirk bi ser mala nûçegihan Abdurrahman Gok de girtin. Gok dîmenên kuştina Kemal Kurtkut girtibû.

Polîsên Tirk berê sibehê bi ser mala nûçegihan, edîtorê Dîhaberê Abdurrahman Gok de girtin. Gok 21’ê Adarê roja Newrozê wêneyên kuştina Kemal Kurtkut ê xwendekarê zanîngehê girtibûn. Polîsan li malê dema ku Gok ne li mal bû lêgerîn kir.

Polîsan mala Gok serûbinî hev kir, dest li ser 4 pirtûk, kovarakê, 2 telefon danî û her wiha mekîneyên fofotgrafan jî nerîne. Polîsan ji hevalê malê yên Gok re gotine lêpirsîn ji Enqerê ve tê birêvebirin, divê biçe Midûrîyeta Şûbeya TEM an jî wê li ser wî biryara girtinê were dayin.