Ji 7 kesên ku li Cizîrê hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin

Ji 7 kesên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn binçavkirin 3 jê bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

Li Taxa Nûr a Cizîrê ji 7 kesên ku pêr hatibûn binçavkirin 3 jê bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin, 4 jî serbest hatin berdan.

Li Taxa Nûrê ya Cizîrê du şev berê tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin û 7 kes binçav kirin. 7 kesên binçavkirî sewqî dadgehê hatin kirin. Dozger, piştî îfadeya 7 kesan  bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir.

Heyeta dadgehê jî piştî îfadeyê, ji 7 kesan Fatma (Zelal) Elçi, Aydin Sansak û Alî Kumak bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û kesên bi navê Abdullah Nas, Mehmet Nas, Mehmet Boluş û Gerînendeyê Çapemeniya Şaredariya Cizîrê Jihat Akça jî serbest berdan.