'Israra Erdogan a ji bo bendavê û komkujiyên DAIŞ'ê weke hev in'

Bendava Ilisû ku Serokkomarê Tirk Erdogan li Êlihê careke din xist rojevê, li nerazîbûna hawidorparêzan rast hat. Endamê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Gunduz got, "Nêzîkatiya Serokkomar a li berhemên dîrokî û nêzîkatiya DAIŞ'ê weke hev in.'

Bendava Ilisû ku Serokkomarê Tirk Erdogan li Êlihê careke din xist rojevê, li nerazîbûna hawidorparêzan rast hat. Endamê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Gunduz got, "Nêzîkatiya Serokkomar a li berhemên dîrokî û nêzîkatiya DAIŞ'ê weke hev in.'

Li wargeha mîrateya mirovahiyê Kurdistanê, cih û warên dîrokî yên ji hezaran salî bi projeyên hikûmeta AKP'ê re tên hilweşandin. Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê yekser êrîşa fîzîkî dibin ser cihên dîrokî. Li Bakurê Kurdistanê jî ev êrîş di bin navê bendavên 'ewlekariyê', HES û avahiyên giştî de dewam dikin. Li hemberî Bendava Ilisû ya ku wê Heskîfa antîk a ji 12 hezar salî di binê avê de bihêle, têkoşîneke berfireh bi salane tê dayîn. Tevî vê yekê jî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di serdana xwe ya li Êlihê de di binê avê hiştina Heskîfê weke 'mizgîniyê' da. Erdogan ê ku dixwaze koçberiyê, qirkirina dîrokû çandê di bin navê 'razemendiyê' rewa bike, ev 10 sal in di bendavê de israr dike. Ev israra Erdogan jî li nerazîbûnan rast tê.

'NÎŞAN DIDE KU PÊVAJO JI BO WÎ QEDIYA YE'

Endamê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Omer Farûk Gunduz da xuyakirin ku Projeya Bendava Ilisû û êrîşên li hemberî berhemên dîrokî yên li Rojhilata Navîn di heman astê de xetere ne.

Akyuz anî ziman ku israra Erdogan a di projeyên bendavê de pêwendiya xwe bi înkara 'Pirsgirêka Kurd nîne' heye û ev nirxandin kir:

"Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li serdana Êlihê de bal kişand ser Bendava Ilisû û diyar kir ku ew ê bendava jê re budçeyeke mezin veqetandiye, temam bike. Ev projeya hilweşînê ya gelê Êlihê, gelê Heskîfê ji vê erdnîgariyê dike, pêwendiya xwe bi gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' heye. Vê înkarê têkiliya xwe bi komkujiya hawirdor û xwezayê nîşan da. Tevî ku gelên li Kurdistanê vê Bendava Ilisû naxwazin jî Erdogan di vê de israr dike. Pêwîste ev israr mîna gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' were dîtin. Em vê dibêjin; Yek ji nuqteyên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê, terikandina çêkirina qereqol û bendavên 'ewlekariyê' yên li Kurdistanê ye. Eger di roja îro de hînê di çêkirina van de israr dikin, wê demê ev yek nîşan dide ku ji bo wan 'pêvajoya çareseriyê' qediya ye."

'200 GUND WÊ WERIN VALAKIRIN, 75 HEZAR MIROV NEÇARÎ KOÇBERIYÊ WERIN KIRIN'

Akyuz israra Erdogan a di binê avê hiştina Heskîfê de, şiband êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî cih û warên dîrokî û anî ziman ku bi vê bendavê re wê bi sedan gund tine bibin, 75 hezar mirov neçar bimînin koç bikin. Akyuz axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger Bendava Ilisû were çêkirin bi taybetî li Mêrdîn, Êlih, Amed, Bismil û Sêrtê wê 200 gund werin valakirin û 75 hezar mirov neçar bimînin ji cih û warên xwe koç bikin, bi xizaniyê re rû bi rû bimînin. Ji aliyê talanka xweza û dîrokê ve bi mezintirîn hilweşînê re rû bi rû bimîne. Ji xwe ji ber Bendava Ilisû wê Heskîf a 9 ji 10 pîvanên mîrateya UNECSO bicih tîne, di binê avê de bimîne. Ev feraseta ku îro Serokkomar nîşan dide û qirkirin û komkujiya çandî ya DAIŞ li Rojhilata Navîn dike, mîna hev in."

...