Îşkenceya Rewşa Awarte ya li Dersîmê bi belgeyan piştrast bû

Li Dersîmê, îşkenceya li endamên ESP û SGDF ên binçavkirî hat kirin, bi belgeyan piştrast bû. Welatiyên ji ber biryarên Rewşa Awarte hatine binçavkirin, li ser vê lêdanê rapor standin û wê giliyê polîsên îşkencekar bikin.

Li Dersîmê, îşkenceya li endamên ESP û SGDF ên binçavkirî hat kirin, bi belgeyan piştrast bû. Welatiyên ji ber biryarên Rewşa Awarte hatine binçavkirin, li ser vê lêdanê rapor standin û wê giliyê polîsên îşkencekar bikin.

Polîsên tekoşîna li dijî terorê û tîmên taybet, di çarçoveya biryarnameya Rewşa Awarte de, sibeha 24'ê Tîrmehê avêtin ser gelek malan. Polîsên Tirk di van serdegirtinan de deriyê malan şikandibûn, mal weke îşkencexaneyê bi kar anîbûn û gefa kuştin û destavêtinê li welatiyan xwaribûn.

Li van malan her wiha şopa xwînê jî hatibû dîtin û 9 ji 13 sosyalîstên hatibûn binçavkirin, di heman rojê de hatibûn berdan.

Sosyalîstan, li ser îşkence û lêdana li wan rapor standin û wêneyên şopa îşkenceyê yên li ser bedenên xwe kişandin. Sosyalîstan gotin, ew ê bi rêya van belgeyan gilî bikin.

BELGEYÊN LI SER ŞOPA ÎŞKENCEYÊ

Şopa lêdanê ya li bedena endamên ESP Û SDGF'ê xuya dike, asta îşkenceya li wan hatiye kirin nîşan dide. Polîsên tîmên taybet di dema serdegirtinê de, welatî li bin guhê dîwêr xistin, bi kember û pihînan li wan dan. Ji van sosyalîstên bû hedefa êrîş û îşkenceyê, bedena endamên SGDF'ê Yûnûs Varli, Mûhammet Kaya, Umît Tekîn û Ûlaş Alankûş ji ber lêdanê werimî. Çavekî Kaya hem werimiye hem jî sor bûye. Qefesa sînga Varli tehde dîtiye û eciqiye. Ji ber ku bi postalan hewl dan serê wî beciqînin, enî û çavên wî werimî ne û sor bûne. Beden û milên Tekîn û Alankûş jî werimî ne.

Di dema serdegirtinê de, endama ESP'ê Îlke Başak Baydar, endamên SGDF'ê Şerîfe Erbay, Ceren Çoban û Sila Kaymak, nûçegihana ETHA'yê Ezgî Ozer, bûn hedefa lêdan û gefên destavêtinê yên polîsên Tirk. Şopa îşkenceyê li rû û bedena wan hat tespîtkirin. Li gorî agahiyan, yek ji polîsên tîmên taybet ên îşkence kirin, hewl da serê endama SGDF'ê Sila Kaymak bixe hundirê klozetê.

WÊ GILIYÊ ÎŞKENCEKARAN BÊ KIRIN

Bi belgeyan tespît bû di dema binçavkirinê de îşkence li wan hatiye kirin. Sosyalîst wê ji nexweşxaneya di dema binçavkirinê de birin wê derê, raporên li ser lêdanê jî bigirin û bi rêya parêzeran giliyê polîsên îşkencekar bikin.

BI BIRÎNA GIRAN HATIN BINÇAVKIRIN

Endamên ESP'ê Mûsafa Nacî Toper, Ozgur Kîraz Hakan Kavût û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ekber Kaya hê jî di binê çavan de ne. Rewşa Tenduristiyê ya Toper û Kîraz gelekî giran e û demeke dirêj li mala veguherandin îşkencexaneyê bû hedefa êrîşa polîsên Tirk. Ji ber vê îşkenceyê gelek tehde li bedena wan bû û şopa îşkenceyê li ser bedena heye. Sosyalîstên ku di dema binçavkirinê de ji ber îşkenceyê nikarîbûn li ser piyan bisekinin, zêdeyî 48 saet in li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê tên ragirtin.

Tevî ku rayedarên polîsên Tirk duh dan xuyakirin ku wê sosyalîstên binçavkirî sewqî edliyeyê bikin jî, dema ragirtinê li gorî biryarnameya Rewşa Awarte rojeke din hat dirêjkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Can Tombûl duh êvarê careke din bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribû. Tombûl da xuyakirin, ku ji ber îşkenceya giran a di binê çavan de divê muwekîlên wî li nexweşxaneyê bên dermankirin, lê tevî vê yekê jî li binê çavan tê ragirtin û ev bi serê xwe îşkence ye. Hê ne diyar e bê sosyalîst wê çiqasê din li emniyetê bên ragirtin û kengî derxînin edliyeyê.

...