Îmret: Polîs û leşkeran li Cizîrê 2 jê zarok 5 kes qetil kirin

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku li navçeyê 2 jê zarok 5 kes hatine qetilkirin û welatiyên ku derdikevin derve ji aliyê sekvanan ve tên qetilkirin.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku li navçeyê 2 jê zarok 5 kes hatine qetilkirin û welatiyên ku derdikevin derve ji aliyê sekvanan ve tên qetilkirin. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hejmara kesên ku di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dan derket 5 kesan. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku navçe ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û leşker jî bi wesayîtên zirxî ketine navçeyê. Îmret anî ziman ku li navçeyê pêkanînên OHAL'ê derbas dike heye û di encama gulebarana polîsan de 2 jê zarok 5 kes hatine qetilkirin. 

Îmret da zanîn ku li her derê sekvan hatine bicihkirin û welatiyên ku derdikevin derve ji aliyê sekvanan ve tên gulebarankirin. Îmret got ku li Cadeya Nisêbînê kesekî ku navê wî nehat zanîn ji aliyê sekvanan ve hate qetilkirin. 

Li aliyê din hate ragihandin ku jina li Taxa Nûrê birîndar bûye Fatma Tekîn e û gelek kesên din jî hatine birîndarkirin. Polîs û leşkeran Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dorpêç kirine û birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê.

Hate diyarkirin ku 17 xebatkarên Navenda Çandê ya Mem û Zîn dixebitin jî hatine derbkirin û binçavkirin.