BI DÎMEN

Îlhan: Dixwazin Mexmûrê vala bikin

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Leyla Arzû îlhan bertek nîşanî wê da ku li Hewlêr û Silêmaniyê Mexmûrî ji kar têne derxistin û qedexe tê danîn da ku Mexmûrî neçin Hewlêrê û got ev ti caran nayê qebûlkirin.

Îlhan diyar kir mebesta van êrîş û astengiya ew e ku dixwazin Mexmûriyan teslîm bigirin û Mexmûrê vala bikin û wiha got:  ‘’ Ev êrîş bi destê dewleta Tirk û PDK’ê têne kirin. Lê ev 22 sal in van polîtîkayan dimeşînin û nekarîn me radest  bigirin û ji niha û şûn de jî wê nikaribin.’’

Îlhan diyar kir di van deman de ku nîqaşên kongra netewî têne kirin divê her kes bi baldarî tevbigere û xwest ku PDK di zûtirîn demê de dev ji vê siyaseta xwe biqere.

‘’DIXWAZIN MEXMÛRÊ VALA BIKIN’

Îlhan diyar kir polîtîkayên li ser Mexmûrê polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk û PDK’ê ne û mebest ji van polîtîkayan jî ew e ku Mexmûrê radest bigirin û ji bo vê sedemê jî van polîtîkayên qirêjî didin meşandin, çawa ku berê jî bi van polîtîkayan nekarîn Mexmûriyan radest bigirin, wê ji niha û şûn de jî nikaribin.

Bi berdewamî Îlhan got ji 2014’an ve polîtîkayên PDK’ê yên li ser Mexmûrê sazkar in û got, ‘’Ji ber ku armanc ew ku Mexmûrê bi temamî tasviye bikin, radest bigirin û bi vî awayî dixwazin gel bi birçîbûnê terbiye bikin.’’

Îlhan diyar kir li hemberî polîtîkayên valakirina Mexmûrê wê pir tund be û xwest ku demildest PDK dev ji van polîtîkayên xwe yên bi vî rengî berde.