ÎHD bûyerên li Dêrikê da ragihand banga hişyariyê kir

Şaxa Mêrdînê ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî terora AKP’ê ya li dijî gelê li navçeya Dêrikê çavdêriyên xwe aşkera kir.

Şaxa Mêrdînê ya Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî terora AKP’ê ya li dijî gelê li navçeya Dêrikê çavdêriyên xwe aşkera kir.

Di daxuyaniya ji aliyê Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê de wiha hat gotin: “Her çiqasî li 8 taxên ku tevahî navenda Dêrikê digire nav xwe qedexeya kolanan ji 26’ê Mijdarê 2015’an ji saet 00.00’an heta 12.00’an bi awayekî fermî ji aliyê Qeymeqamtiyê hatibe îlankirin jî, 25’ê Mijdarê saet 17.00’an bi lêkirina barîqatan ve bi awayekî fîîlî qedexeya kolanan destpê kiriye.”

'PEVÇÛNÊN DIJWAR QEWIMÎN'

Di daxuyaniya de wiha hat gotin: “Bi destpêkirina qedexeya kolanan cadeya ji Taxa Kale ya ku ji aliyê gel wek Cadeya Destîna tê pênasekirin, Cadeya Kulube ya Taxa Kala, Taxa Dag û ji Taxa Cevîzpinar dengê çekan tê, ji sibeha 26’ê Mijdarê 2015’an ve pevçûnên dijwar qewimîne.” Di daxuyaniyê de ev îfade cih digirin:

“Bi destpêkirina pevçûnan ve li avahiyên bilind sekvanan hatine bicihkirin. Li taxên pevçûn lê diqewimin her du rojên destpêkê pirsgirêka elektrîkê çêbû, piştre jî elektrîk bi navber hat qutkirin. Ji ber qedexe û qutkirina elektrîkan li hin taxan pirsgirêka avê çêbû, piştre ji ber bi taybet depoyên avê hatin hedefgirtin pirsgirêka avê hate ser ziman.

‘PIRSGIRIKA XUREK Û PÊDIVIYÊN ESASÎ HENE; GEL NEÇARÎ KOÇÊ DIKIN’

Ji ber firin, market û tevahî dikan girtîne, hate çavdêrîkirin ku pirsgirêka xwurek û pêdiviyên esasî hene.

Tê îdîakirin ku ji wesayîtên zirxî di serî de memûr, ji bo gel navçeyê biterikîne anons tên kirin. Ji ber ku anons ji dûranî dihatin kirin naveroka anonsan baş nehate fêmkirin.

Ji ber fikarên dijwarbûna pevçûnan a ku di encama çi ji pirsgirêka xwurekan çi jî anonsên ji wesayîtên zirxî, di serî de taxên pevçûn lê naqewimin gel berê xwe daye jiyangehên din.”

'WEKÎLÊN HDP’YÎ NEXISTIN NAVÇEYÊ'

ÎHD Mêrdîn di daxuyaniyê de ragihand ku di rojên 4. û 5. ên qedexeya kolanan de hate çavdêrîkirin ku di sewqiyatên leşker, polîs, tîmên taybet û wesayîtên zirxî de zêdebûn heye û wiha got: “Heyeta ku di nav de parlamenterên HDP’yî jî hebûn di ketina navçeyê de hatin sekinandin, ji aliyê jenderme û polîsan ketina heyetê ya navçeyê hate astengkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber qedexeya kolanan rûniştina duyemîn a ezmûna TEOG’ê jî pêk nehatiye, wiha hate gotin:

HIŞYARÎ: DI ASTEKE GIRAN DE WÊ BINPÊKIRINA MAFÊN JIYANÎ PÊK WERIN!

“Bi qedexeyê tedawiyên nexweşê diyalîzê jî pêk nayên. Fikar tên kirin ku wê qedexeya kolanan bidome û girêdayî vê jî di asteke giran de wê binpêkirina mafên jiyanî pêk were. Em dixwazin careke din dûbare bikin ku qedexeya kolanan rewşa tecrîdek giran e, pêwîst e tavilê bê bidawîkirin.”