Îgrek: Tevgera Azadiyê bû ronahiya civaka Êzidî

Îgrek da xuyakirin, ku divê mesaja tê dayîn ji aliyê tevahiya civaka Êzidî ve baş bê fêhmkirin û diyar kir, biryara greva birçîbûnê nîşan dide ku Êzidî siberoja xwe bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de dibînin.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, ku ji bo daxwaza hevdîtina bi Ocalan re û naskirina statuya Şengalê ji aliyê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ve hat destpêkirin, di roja 4. de ye.

Yek ji beşdarên grevê Hevserokê Meclîsê Fîkret Îgrek e. Îgrek da xuyakirin, ku divê tevahiya civaka Êzidî mesaja tê dayîn baş fêhm bikin û diyar kir, biryara greva birçîbûnê nîşan dide ku Êzidî siberoja xwe bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de dibînin.

ÎGREK: TEVGERA AZADIYÊ YA KURD BÛ RONAHIYA CIVAKA ÊZIDÎ

Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Tîgrek bibîr xist, ku Êzidiyên li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê neçar hatine hiştin di bin zordariya sîstem û dîktatoriyan de bijîn û destnîşan kir, piştî Tevgera Azadiyê ya Kurd derket holê, êşên civaka Êzidî veguherîn hêviyeke nû.

Îgrek bi van gotinan qala gihîştina hev a Êzidiyan û Tevgera Azadiyê ya Kurd kir: "Bêguman Êzidî demeke dirêj nedihatin qebûlkirin, azadiya wan nedihat qebûlkirin û ji ber vê yekê zor û zehmetî dikişandin. Di salên 1960-70'yî de gelek Êzidî hatin Ewropayê. Beşek jê li xaka xwe vegeriya. Di salên 1980'yî de gava cerdevanî hat ferzkirin û zext zêde bûn, beşeke zêde careke din hat Ewropa. Li Ewropayê jî rewşeke ronakbîriyê derket holê. Ev ronakbîrî bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk hat. Tevger ji civaka Êzidî re bû hêvî û Êzidiyan êdî xwe bêhtir azad dîtin.

Piştî sala 1985'an û di destpêka salên 90'î de rewşeke taybet ji bo Êzidiyan derket holê. Yanî bi saya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji tarîtiyê derbasî ronahiyê bûn. Ev yek bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk hat. Civaka Êzidî jî ji vê tevgerê bawer kir û pê piştrast bû."

'PDK'Ê GEL DI NAVA LEPÊN QIRKIRINÊ DE HIŞT'

Fîkret Îgrek bal kişand ser êrîşa Qirkirinê ya Tebaxa 2014'an a li Şengalê û destnîşan kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd a li dijî çeteyan li ber xwe da û pêşî li qirkirineke mezin girt, di nava civaka Êzidî de vîn û baweriyeke mezin afirand.

Îgrek wiha dewam kir: "Beriya Qirkirina Şengalê ay 2014'an, yanî beriya Fermana dawî, Birêz Ocalan dabû xuyakirin, ku xeterî li ser civaka Êzidî ya li wir heye û divê were parastin. Bêguman di vê fermanê de jî hat dîtin, pêşmergeyên PDK'ê yên li çiyayê Şengalê bûn û diviyabûn Êzidî biparastina, gel neparastin. Bi rengekî vekirî civak di nava lepên qirkirinê de hiştin. Em dikarin bêjin, PDK'ê Êzidî firot DAIŞ'ê.

'BAWERIYA BI FELSEFE Û BÎRDOZIYA OCALAN ZÊDE BÛ'

Şervanên Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê fermanê de li Çiyayê Şengalê korîdorek vekirin û bi hezaran Êzidî rizgar kirin. Di vê demê de, li nava bi hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê man, vîn û baweriyek der bû. Li ser vê vîn û bîrdoziya pak, di 14'ê Çileya 2015'an de meclîsa xwe ava kirin, xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û tevgerên xwe damezrandin.

Li vê derê, baweriya bi felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bû. Êzidî bi saya vê yekê derbasî qonaxeke nû bûn; hem Êzidiyên li Şengalê hem jî yên li herêmên din hişyar bûn. Dîtin, ku heta roja îro di kîjan rewşê de bûn û piştî qirkirinê (fermanê) gihîştin kîjan qonaxê.

'AZADIYA ME BI AZADIYA OCALAN DIBE'

Îgrek bal kişand ser komkujiyên di nava 2 salên dawî de qewimîn û işaret bi girîngiya helwesta Tevgera Azadiyê kir.

Hevserokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek li ser biryara greva birçîbûnê jî ev nirxandin kir: "Ji ber vê rastiyê me biryara greva birçîbûnê dan. Çima ev çalakî? Ji bo çi? Têkoşîna Azadiyê ya li dora bîrdoziya Ocalan ava bûye, bêguman ji bo me bi rûmet û pîroz e. Em îro azadiya xwe bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan re dibînin. Azadiya wî bi xweserî û azadiya Şengalê ve girêdayî ye. Em azadiya Êzidiyên li hemû welatan, di azadiya wî de dibînin. Li ser vê bingehê weke endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, me biryar dan dest bi greva birçîbûnê bikin. Me biryar dan bi 5 kesan bi rengekî bêdem-bêdorveger dest bi greva birçîbûnê bikin."

'HETA KU BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN, EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN'

Îgrek diyar kir, ji ber ku zêdeyî saleke hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin û hin efserên li Îmraliyê cihê xwe di nava hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de girtin, wan dest bi grevê kirine û destnîşan kir, ku heta bi Ocalan re hevdîtin were kirin ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Fîkret Îgrek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) xwest derhal bikeve dewrê û got, "Heta bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin, em ê ji çalakiya xwe venegerin. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hikûmeta AKP'ê nahêle Birêz Ocalan bi parêzer, malbatê û heyeta HDP'ê re hevdîtinê bike. Weke ku tê zanîn di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeyê rû da. Hin ji fermandarên artêşa Tirk ên cihê xwe di nava vê darbeyê de girtin, li Girava Îmraliyê bûn. Lewma fikarên me li ser jiyana Birêz Ocalan hene. Em nizanin rewşa wî çawa ye, xetere ye yan na? Gelo van darbekaran zerar dane wî yan na? Di vî warî de agahî li cem kesî nîne. Lewma divê heyetek ji CPT derhal biçe Îmraliyê. Pêwîste parêzer û malbat jî karibin hevdîtinê bikin. Eger ev neyê kirin, em ê çalakiya xwe bidomînin."

'BÊYÎ OCALAN TI WATEYEKE STATUYA ŞENGALÊ NÎNE'

Îgrek bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan ji bo Êzidiyan û destnîşan kir, ku yek ji armancê çalakiya wan statuya Şengalê ye. 

Îgrek ragihand, ev her du daxwaz bi hev ve girêdayî ne û ev tespît kir: "Di çarçoveya vê çalakiyê de me daxwaza xwe ya ji bo statuya Şengalê, ji bo xwerêveberiya Şengalê bilêv kirin. Hêzên Êzîdxanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li dora felsefeya Birêz Ocalan tevdigerin. Û xwe di vê çarçoveyê de bi rêxistin kirine. Bi vê çalakiya xwe ve em dixwazin xwerêveberiya Şengalê, rewabûna vê rêveberiyê û meşrûiyeta hêzên ji parastina Êzîdxanê berpirsyar, bixin rojeva Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê.

Em dibêjin azadî û statuya Şengalê bi rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Eger rewşa wî zelal nebe, statuya Şengalê û xwerêveberî ji bo civaka Êzidî bêwate ne. Lewma heta ku encameke zelal bi dest bikeve, em ê bi 5 kesan bi rengekî bêdem-bêdorveger greva birçîbûnê bidomînin.

Herî dawî dikarim bêjim; hem civaka me ya li Şengalê hem jî hemû Êzidiyên din Rêberê Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê weke vîna xwe dibînin. Ji wan bawer dikin. Em di nava vê vîn û baweriyê de siberoja Êzîdxanê dibînin."

...