Humeyra Armût: Li ser jinan zexteke mezin heye

Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût diyar kir li ser têkoşîn û destkeftiyên jinan zextên giran hene û got “Polîtîkayên taybet tên pêkanîn, berê wan didin fihûş û tiryakê.”

Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût a ku ji peywirê hatibû stendin diyar kir ku hedefa pêşîn a qeyyûman desteserkirina destkeftiyên jinan e.

Li Colemêrgê jin di her warî de xwedî peyv in. Li malê, kar û polîtîkayê di her qadê de li pêş cih digirin. Dema ku jinên ji Colemêrgê polîtîk in û xwerêxistinkirî ne, ev dibe hedefa mêran û dewletê. Desteserkirina şaredariya Colemêrgê herî zêde destkeftiyên jinan ji xwe re kir hedef. Qeyyûmên di sala 2016 û 2019’an de beriya her tiştî saziyên jinan kir hedef.

NAVENDA JINAN DAN POLÎSAN

Şaredariya Colemêrgê di sala 2015’an de Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê vekiribû. Bi fermana qeyyûm re berê hate qelskirin, piştre jî hate girtin.  Midûriyeta Malbat û Çandê avakirin û mêrek li ser wê peywirdar kirin. Cihê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Binevşê jî dan Polîsên Tevgera Taybet.

Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût a ku peywira wê hatibû desterserkirin derbarê rewşa jinan a li Colemêrgê, zextên ku dewlet li ser jinan dike û rêxistibûna jinan ji ANF’ê re axivî.

ZEXTÊN GIRAN HENE

Armût diyar kir ji sala 2015’an ve li ser têkoşîna jinan zextên giran hene û got “Di warê tevgera rêxistinbûnê de demekê bêdengiyeke mezin hebû. Li herêmê li ser jinan polîtîkayeke taybet tê meşandin. Berê jinan didin fihûş û tiryakê. Bi şewbê re dema ku jin di malê de asê bûn, dîsa rolên civakî li ser wan hate ferzkirin. Navendên jinan ên ku karibe ji pirsgirêkên jinan re bibe bersiv tune. Pirsgirêka jinan bi feraseta qederê wisa tê hiştin. Jin wekî hêza erzan a kedê tên dîtin. Berê ciwan û jinên ciwanan didin fihûş û tiryakê.  Bandora saziyên jinan tên şikestin û mêr dibin xwediyê peyvê. Hevalên jin ên ku di siyasetê de çalak in, tên destgîrkirin, ji ber xebatên jinan doz tên vekirin.”

HEDEFA PÊŞÎN A QEYYÛMAN, JIN IN

Armût bal kişand ser vî tiştî ku her du qeyyûman jî berê destkeftiyên jinan û pergala hevserokatiyê kirine hedef û got “Di dema qeyyûmê de pêşîn de Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê hate kgirtin. Saziyên me yên jinan ji aliyê mêran de hatin rêvebirin. Jin dîsa xistin nav rolên civakî. Me dixwest em dîsa qadên jinan vekin lê dîsa qeyyûm hate peywirdarkirin û ev tişt hate astengkirin. Dema ku em bi jinan re civiyan, qala hesreta xwe ya berê kirin. Diyar dikin ku ew berê azadtir bûne, di warê stendina biryaran de xwedî gotin bûne. “

POLÎTÎKAYA HDP’Ê YA LI SER JINAN ZELAL E

Armût diyar kir ku polîtîkaya HDP’ê ya ji bo jinan gelekî zelal e, hemû jin bi vî tiştî dizanin û got “Ji ber vê jî hêviya wan a ji HDP’ê zêdetir e. Li Colemêrgê nifûsa jinên ciwan zêde ye.  Derbarê pêvajoyên civakî yên li bajêr û zextan gelek gotinên wan hene. Li hemberî van pirsgirêkan, bersiva herî mezin ew ê bidin.”