HSM, bîlançoya salekê ya şer eşkere kir: 2982 leşker û polîs hatin kuştin

HSM’ê, bîlançoya salekê ya şer eşkere kir. Li gorî vê gerîlayên HPG’ê 1199 çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de HSM’ê diyar kir ku 2982 leşker û polês hatine kuştin,1146 polês jî birîndar bûne.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (HSM) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê salekê bi raya giştî re par ve kir.

HSM’ê diyar kir, di pêvajoya agirbestê de ku bi daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza 2013’an de ketibû rojevê, li gel hemû niyeta rast a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê û muzekereyê ku ji hêla Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatibû nîşandan jî, rejîma AKP’ê berpirsyariya xwe bi cih neaniye û bi pêla êrîşan a 24’ê Tîrmeha 2015’an dayî destpêkirin, di pirsgirêka Kurd de pêvajoyek nû ya bi şer daye destpêkirin û wiha pê de çû: ‘’ Dewleta AKP’ê ya faşîst û mêtinger ku li ser hîmê plana têkşkandinê bi ser Tevgera me, gelê me û Rêbertiya me şerekî giştî dayî destpêkirin, hemû derfetên teknolojîk ên di destê xwe de bi kar anîne û xwestine ku derbeke li tevgera me bixe û wê beralî bike.

Lê belê bersivên gerîla yên li hemberî van êrîşan ya di nav çarçoveya Şerê Şoreşgerî yê Gel de û berxwedana ku hatî meşandin, hemû armancên dewleta AKP’ê têk şikandina û derbên giran li pergala AKP’ê xistine. Li gel vê, li ser zemîna daxwaza xweseriya demokratîk a gelê me, berxwedana ciwanan a ku li bajaran nîşan dayî, di berxwedana Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de rûpelekî nû daye vekirin, pergala mêtinger xitimandiye û neçar kiriye. Ev pêvajoya berxwedanê ya ku li Sûr, Cizîr, Hezex, Gever, Şirnex û Nisêbînê, bi helwesta mezin a dîrokî hatî nîşandan, îro li Wan, Sêrtê berfirehtir dibe û bi pêşentiya YPS’ê li bajar û deştan berdewam dike.

 ‘DEWLETA FAŞÎST TI ARMANCA XWE BI DEST NEXIST’

Bi vê wateyê, di pêvajoya têkoşînê ya yek salî de, dewleta faşîst a AKP’ê negihaştiye ti armanca xwe, li hemberî berxwedana gerîla ya li çiyê û berxwedana li bajêr neçar maye. Wekî encama vê li hemberî berxwedana ku li bajarên Kurdistanê hatî nîşandan, bi awayekî bêperwa berê xwe daye Sûr, Cizîr, Hezex, Gever, Şirnex û Nisêbînê û bajar bi beşekî mezin li gel ku kavil kirin jî, nikarîbû bikeve pêşiya berxwedan ku gelê me nîşan dayî. Li hemberî performansa ku gerîlayên me û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) nîşan dayî plana Têkşikînê ya dewleta faşîst a AKP’ê têk şikiyaye lê bi şerekî psîkolojîk ê asta bilind propandaya wê kiriye ku hêzên me 8 hezar windahî dane, bi vê derewa mezin xwestiya têkçûna xwe weke serkeftinê nîşan bide.

Bîlançoya rasteqîn a şerê di navbera 24’ê Tîrmeha 2015’an û 23’yê Tîrmeha 2016’an de, ji bo ku şer bi zelalî were fêhmkirin daneyên girîng bi dest me ve tîne. Li ser vê bingehê em bawer dikin ku rastî wê bi balkêşiya xwe derkevin holê û bîlançoya yek salê ya HPG’ê bi raya geştî re parve dikin.

Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk: 356

Êrîşên hewayî (balafir): 658

Êrîşên helîkoptêran: 147

Êrîşên hawan,tang û obusan: 1649

Keşfa hewayî: 671

Tevgerên hewayî (balafir,helîkoptêr) 344

Şerê qewimîn: 110

Çalakiyên ku hêzên me pêk anîn: 1199

Hêjmara dijminên ku hatine kuştin(polês, leşker) : 2982

Hêjmara leşkerên payeberz ên hatine kuştin: 36

Hêjmara birîndarên dijmin: 1146

Hêjmara dijminên (polês, leşker)hatine desteserkirin: 13

wesayîtên ku hatin rûxandin: 184

Tangên ku hatine rûxandin: 15

Wesayitên zirxî ên derb xwarin: 175

Helîkopterên Kobra ên hatine derbkirin: 4

Kobra û Skorsky ên hatine derbkirin: 44

Wesayitên hatine şewitandin, ku karê dijmin dikirin: 202

Stsyona bazê yên ku hatine rûxandin: 110

Gerîlayên şehîd: 435

Gerîlayên hatine dîlgiritin: 16.”