HRW’ê der barê êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de raporek weşand

HRW’ê der barê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di roja 25’ê Hezîranê de li hember Kobanê raporek weşand.

HRW’ê der barê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê li hember Kobanê de raporek weşand.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) hevdîtinên xwe yên li gel kesên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê li hember Kobanê de sax rizgar bûne de kiribû kir rapor. Tiştên ku kesên ji qetlîamê sax rizgar bûne, hovîtiya rû daye carek din raxist ber çavan. Di raporê de hat gotin ku di komkujiyê de 233 sivîl hatine qetilkirin û ji van 23 kes ji gundê Berxbotan ê li başûrê Kobanê ne. Welatiyên Berxbotanê yê bi HRW’ê re hevdîtin pêk anîn, dan zanîn ku ji 8 kesên li gund hatine qetilkirin zarok in û piraniya kesan bi kêran hatine qetilkirin.

Di rapora ku di malpera înternetê ya HRW’ê de hat weşandin; ji 15 şahîdên ji wan 8 ji êrîşê bi birîndarî filitîne diyar kirin ku armanca DAIŞ’ê qetilkirina sivîlan bû. Di rapora ku cih daye îfadeyên şahîdan, êrîşkaran bi unîformayên YPG’yî li xwe dikin, li xwe kiribûn, piraniya wan Erebiya Sûriyeyê daxivîn, lê hat diyarkirin ku di nava wan de  Kurd jî hebûn. Hat diyarkirin ku gelek mirov zarok, jin û kal bi tifing, çek, kêr û bombeyên destan hatine qetilkirin. Di îfadeyên şahidan de, hat gotin ku sekvanên derketibûn ser banên xaniyan sivîl hedef girtine, gelek mirovên sivîl jî dîl hatine girtin.

Navenda Dokumantasyona Binpêkirina Mafên Mirovan a li Sûriyeyê jî da diyarkirin ku 12 ji wan zarok, 67 jin û bi giştî 262 sivîl hatine qetilkirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Rojava jî listeyeke ne tam a navê sivîlên hatine qetilkirin weşand. Di lîsteyê de navê 14 jê zarok, 18 ji wan îxtiyar bi giştî 118 kesan hene. HRW’ê da zanîn ku em nikarin bi awayekî serbixwe hejmara sivîlên hatine qetil kirin piştrast bikin; lê agahiya 60 kesên nasên mexdûrên ku li gel wan hevdîtin hatiye çêkirin hat dayîn. Her wiha di raporê de daxuyaniya berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl a 28’ê Hezîranê pevçûnên ji derveyî Kobanê de 21 YPG’yiyan jiyana xwe ji dest daye jî cih girt.

Hinek şahidiyên di raporê de cih digirin:

Şahîdek bi navê Hemûdî yê di êrîşa 25’ê Hezîran’ê de birîndar bû, êrîş wiha vegot, “Dema ku me dengê çekan bihîst em derketin ber deriyê male û me  4 kesên bi unîformayên YPG’ê bi tiraş dît.  Me wer fêm kir ku şervanên YPG’ê serketinekê yan jî dawetekê pîroz dikin. Min berê xwe da bavê xwe û min got, ‘Ev ne DAIŞ in’, bi gotina min re gotin ‘Allahu Ekber’ û ez gulebaran kirim. Ez ji teşk û navrana xwe birîndar bûm.” Her wiha hat ragihandin ku şahidê karîbû ji êrîşê sax rizgar bibe, alîkariya reva cîranên xwe jî kiriye.

Şahidek din ê 42 salî yê bi navê Mihemed ê nasên xwe di êrîşê de winda kirine, tiştên ku jiyane wiha ji HRW’ê re anî ziman, “Sibehê saet li derdora 04.30’î bû, min dengê guleyan bihîst. Birayê min ji bo bizane ka çi qewimiye derket derve. Komeke çekdar ew gulebaran kirin. Li ser vê yekê hevjîna wî ji bo rewşê fêm bike çû. Dît ku hevjînê wî li erdê dirêj kiriye. Dema west wî rake, li wê jî xistin. Di milê wê de kurekî wê yê du mehî hebû, lê pitika xwe dabû gel xwişka min. Piştre birayê min ê din derket derve wî jî ji piyê wî xistin lê wî karîbû vegere male. Dayika min ji bo birayê min û hevjîna wî bîne derket derve ew jî kuştin.”

Her wiha Mihemed da zanîn ku êrîşkaran birayê wî yê birîndar şopandine heya malê û ew jî kuştine. Xwişka min jî li pişt derî bû û li milê wê pitikek du mehî hebû, ew jî qetil kiribûn. Mihemed da diyarkirin ku mamê wî yê bi hawara wan ve hatin jî hatine qetil kirin û got,  “Jina mamekî min ê din ji bo fêmkirina  rewşê hat. Ew jî di nava kolanê de kuştin. Piştre xizmek min bi wesayîta xwe hat ji bo me rizgar bike. Ew jî di nava wesayîta wî de kuştin. Xizmek din ê me jî li gel wî bû, ew jî li gel wî kuştibûn. Bûka mamê min jî di mal (di maleke din a sêyemîn de) bû, ew jî gulebaran kiribûn û kuştibûn.”