HPG-YBŞ: Planên êrîşên DAIŞ’ê vala hatin derxistin

HPG-YBŞ’ê diyar kir ku planên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengalê vala hatine derxistin.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî pevçûnên li Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

HPG-YBŞ’ê got: “DAIŞ’a ku di encama çalakiyên ku hêzên me pêk anîn de darbe li ser darbeyê xwarin, bi êrîşên nû dixwazin xwe berhev bike. Lê li hember dîsîplîn û baldariya hêzên me yên berxwedêr,  darbeyên mezin xwarin û hemû planên wan vala hatin derxistin.

HPG-YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir: “24’ê Nîsanê ber bi saetên nîvro li xeta sînor a Şîlo-Bare çeteyên DAIŞ’ê hewl dan tevgerek mezin pêk bînin û bi sê aliyan êrîş plan kirin. Çeteyên ku bi panzerekê xwestin bikevin gundê Bare, di encama lêxistina hêzên me yên berxwedanê a bi çekên B-7 û lûledirêj nekarîn pêşde biçin. Panzerên darbe girtin neçar man vekişin.
Çeteyên ji Girê Şehîd Cûdî yê girêdayî Bare hatin jî ji aliyê gerîlayên ve bûn hedef û  pêşketina wan hatiye sekinandin.  Li vir çeteyek hatiye kuştin. Di encama van lêdanên bi bandor de çeteyên DAIŞ’ê neçar mane vekişin.”