HPG: Tîmê fedaî yê Apoyî 2 polîs ceza kir

HPG'ê diyar kir ku 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin, ji aliyê tîmekî fedaî yê Apoyî ve hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di 22'ê Tîrmehê de, tîmekî fedaî yê Apoyî, weke bersivdayîna li komkujiya li Pirsûsê, danê sibehê saet di 06:00 de li Serêkaniyê, li hemberî 2 polîsên hevkarî bi çeteyên DAIŞ'ê re dikirin, çalakiya cezakirinê pêk anîne.

Navendê diyar kir ku di encama çalakiyê de polîsên bi navê Feyyaz Ozsahra û Okan Acar hatine kuştin û çek û nasnameyên polîsên hatine kuştin, hatine desteserkirin.