HPG: Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike

Tevî danîna kemînan, tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî gerîlayan, bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:

"Di 26'ê Gulanê saet di navbera 07:00 - 12:30 de li herêmên Xakurkê û heftanînê, saet di navbera 06:00 - 13:30 de li herêma Metîna, saaet di navbera 06:00 - 07:30 de li qadên Geliyê Zapê û Garê ya Mezin ên navbera herêma Zapê û xeta sînor, artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye.

Di 26'ê Gulanê saet di 11:00 de ji qereqola girê Meymûn û Alaya Topvan a Gulyazi yên li ser sînorê Heftanînê, artêşa T.C a dagirker bi hejmareke zêde ya maşînên zirxî li qada Kaniya Xiyara derketiye operasyonê. Operasyon heman rojê saet di 18:00 de bi dawî bû; yekîneyeke artêşa Tirk xwe li qadê veşartiye û kemîn daniye.

Di 26'ê Gulanê saet di navbera 20:00 - 20:30 de artêşa Tirk bi çekên giran gule li derdora qereqola Girana ya li ser sînorê herêma Avaşînê ye, reşand. Heman rojê saet di navbera 15:00 - 16:00 de li ser qada Şukê balafirên şer ên artêşa Tirk tev geriyane.

Di 26'ê Gulanê saet di navbera 21:00 - 22:00 de li qada di navbera gundên Çelîk û Seyfî yên li herêma Mawa ya Botanê, artêşa T.C a dagirker bi qasî 12 maşînên zirxî kemîn daniye. Di sibeha 27'ê Gulanê de jî bi 8 maşînên zirxî vê kemînê dewam kiriye.

Di 27'ê Gulanê saet di navbera 00:00 - 05:00 de li ser rêyên gundên Alangt û Tatan ên navçeya Mûş Gimgimê, artêşa T.C a dagirker kemîn daniye, li nuqteya kontrolê ya li ser rê jî kontrola nasnameyan kirine.

Di nava 4 rojên dawî de li derdora gundê Kiran ê Mazgîrt a Dêrsimê, artêşa T.C a dagirker kemîn daniye û hejmarek ji leşkeran dişîne herêmê.

Di 27'ê Gulanê saet di navbera 10:00 - 11:00 de Qereqola Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê, bi hawan û tankan qada Şehîd Bager a li ser sînorê herêma Avaşînê bombebaran kiriye. Hêzên me yên gerîla li hemberî vê êrîşê, ji bo hişyarkirinê bersiv dane."