HPG: Li Zap û Avaşînê 10 dagirker hatin cezakirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî hatin kirin û di van çalakiyan de 10 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Qadên Berxwedanê yên Zap û Avaşînê ligel ku artêşa Tirk a dagirker hemû derfetên teknolojiyê bi kar tîne jî nekariye encamekê bistîne. HPG’ê diyar kir di çalakiyên gerîlayan de 10 dagirker hatine cezakirin.

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ev daxuyanî belav kir:

“LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

-Di 18’ê Gulanê saet di 17.00’an de dagirkeran xwestin bi çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê yên Werxelê bomberdûman bikin. Hêzên me bi çekên giran li van dagirkeran dan. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar man, qedemeyekê vekişin.

-Di 18’ê Gulanê de saet di navbera 11.00 û 18.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê 11 caran bomberdûman kirine.

LI HERÊMA ZAPÊ

-Di 18’ê Gulanê de saet di 20.00’na de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şere ên Girê Cehennem a girêdayî Qada Berxwedanê ya Çiyareş dane. Di 19’ê Gulanê saet di 12.00’an de dema ku dagirker di tevgerê de bûn, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran dan. Li vir 2 dagirker birîndar bûn.

-Di 18’ê Gulanê de saet di 12.30’an de dagirkeran hewl dan çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan bomberdûman bikin. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dan û li vir 2 dagirker hatin cezakirin.

-Di 19’ê Gulanê de saet di 04.50’an de dagirkeran hewl dan li çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara teqemeniyan bi cih bikin. Hêzên me li van dagirkeran dan û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

-Di 19’ê Gulanê de di dahnê nîvro de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara dan.

– Di daxuyaniya me ya 19’ê Gulanê de; me agahî parve kir ku cenazeyên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di 19’ê Gulanê saet 10.30 heya saet 07:00’an de ber bi çeperên şer ve biçin û cenazeyên xwe bistînin. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve yek bi yek bûn hedef û 3 dagirker hatin cezakirin. Cenazeyên dagirkeran qismî di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku heman rojê saet di 15:30 de xwestin êrîş bikin, bi çekên ferdî hatin hedefgirtin û li vir 3 dagirker hatin cezakirin.

– Di 19’ê Gulanê saet 16.00’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê dagirkeran ve 2 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

– Di 19’ê Gulanê saet 06:45 û 09:45’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve 3 caran hedef hatin girtin. Her wiha car caran pevçûn derketin. Di encama çalakiyên hêzên me de, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin û gavekê paşde vekişîn.

– 19’ê Gulanê saet 21.15-22.00’an artêşa TC’ê ya dagirker qadên Şehîd Harûn û Şehîd Dîdar ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro’yê bomberdûman kiriye û liv û tevgera helîkopteran li vir çêbûye.

– Di 19’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Şehîd Berxwedan û Şehîd Hewrê bombebaran kir.”

HPG’ê li ser bomberdûmanên artêşa Tirk jî ev agahî da: “Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên êrîşan wiha ne:

– Di 19’ê Gulanê de Girê Amediye, Girê Cûdî, Girê FM, Şehîd Harûn yên herêma Zapê. Herêmên Çemço, Gundê Rençbir Axa û Şehîd Dîdar bi obus, helîkopterên êrîşê yên li ser xeta sînor û 15 caran bi balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

– Di 19’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor Girê Hekkarî ya herêma Metîna bi obusan û 9 caran bi balafirên şer bomberdûman kir.

– Di 19’ê Gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor quntarên Girê Şekîf ê herêma Xakurkê bi obusan hate bombekirin.”