HPG: Li Wanê yek jê serdar (bînbaşi) herî kêm 9 leşker mirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya duh a sabotajê ya li ser rêya Ebex-Bazîdê de Fermandarê Jendermeyan ê Navçeya Ebexê Serdar Kivanç Cesûr û 2 berbaz jî di nav de zêdeyî 9 leşker mirin e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên tinekirin û dagirkeriyê yên artêşa Tirk, çalakiyên gerîla bi ruhekî mezin ê berxwedanê zêde dibin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên dema dawî yên gerîla û êrîşên dewleta Tirk de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 24'ê Gulanê saet di 11:30 de, hêzên me yên gerîla rêya navbera navçeya Wan Ebex û navçeya Agirî Bazîdê girtin û 6 wesayîtên dewletê şewitandin. Piştî vê çalakiyê, saet di 17:00 de maşîneke zirxî ji bo destwerdanê hat vê herêmê û li hemberî vê maşînê jî çalakiya sabotajê hat kirin û bi çekên ferdî lê hat dayîn. Di encamê de maşîna zirxî bi temamî îmha bû. Di çalakiyê de Fermandarê Jendermeyan ê Navçeya Ebexê Serdar (Bînbaşi) Kivanç Cesûr û 2 berbaz jî di nav de zêdeyî 9 leşker hatin kuştin.

Roja 23'ê Gulanê saet di 21:30 de, li ser rêya Wan-Colemêrgê di dema derbasbûna konvoyeke leşkerî de gerîlayên me li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de maşîna zirxî derb xwar, lê hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelakirin. Piştî çalakiyê mirî û birîndar bi ambûlansan ji herêmê hatin rakirin.

22'ê Gulanê saet di 11:00 de artêşa TC li qada gundê Setkarê yê ser bi navçeya Şirnex Elkê, bi maşînên zirxî dest bi operasyonê kir. Di 23'ê Gulanê de artêşa Tirk li nava malên li vî gundî geriya. Operasyon roja 24'ê Gulanê bi dawî bû.

Roja 24'ê Gulanê saet di 10:45'an de, li hemberî 2 kepçeyên artêşa TC ên li derdora girê Leylek ê li herêma Oremarê rê çêdikirin, bi çekên giran çalakî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de karê çêkirina rê sekinî.

Heman rojê saet di 11:00 de li hemberî kepçeyek li derdora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Şirnex Qilabanê rê çêdikir, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakî pêk anîn û di encamê de ev karê çêkirina rê jî sekinî."