HPG: Li Sêrtê 26 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî operasyona artêşa Tirk dayî destpêkirin, bi operasyonekî şoreşgerî bersiv hatiye dayîn û bi giştî 26 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî hatine birîndarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku li Sêrtê 20’ê Îlonê li dijî operasyona artêşa Tirk a ku dayî destpê kirin, bi operasyonekî şoreşgerî bersiv hatiye dayîn.

HPG’ê têkildarî operasyona şoreşgerî ya li Sêrtê ev agahî parvekirin:

“20’ê Îlonê artêşa Tirk di saet 03:45’an de li herêma Garisa ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê bi alîkariya helîkopterên Kobra dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyon li gel Dihê, Dihêya Kevin û devera Beşa hemû, Dirêjikê, Ebûbekiran, Şehîd Cûdî , bendera Şehîd Koçer dirgire nava xwe û dewam kir. Di vê operasyonê de dewleta Tirk hinek ji cerdevanên herêma Êlihê û kontra jî beşdar kirine.

Gerîlayên me li dijî vê operasyona ku dewleta Tirk dayî destpêkirin ji bo bîranîna gerîlayên ku şehîd ketin operasyonekî şoreşgerî dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de;

20’ê Îlonê di saet 08:00’an de yekîneyên me li dijî leşkerên ku li devera Girê Şehîd Koçer kontrol dikirin çalakiyek li dar xistin, di vê çalakiyê de leşkerek hate kutşin, 2 leşker jî birîndar bûn. Di heman şevê de li dijî leşkerên ku li heman benderê kom bibûn çalakiyekî ya serdegirtinê hate lidarxistin. Di encama lêxistina bi awayekî xurt de bi zelalî 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

GERÎLAYÊ YJA STAR ÇALAKIYA SEKVANIYÊ LI DAR XIST

21’ê Îlonê di saet 11:30’an de li bendera Ebûbekiran tîmekî me ya gerîlayên YJA-Star li dijî leşkeran çalakiyekî ya sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Di saet 14:30’an gerîlayên YJA-Star li dijî  leşkerên ku Girê Dirêjikan kontrol dikirin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kutşin û gelek leşer jî birîndar bûn.

Di saet 15:30’an de jî ji aliyê tîma Şehîd Rozerîn ve li dijî leşkerên ku li Girê Şehîd Cûdî çalakiyekî ya sabotajê li dar xistin. Di vê  çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

ÇALAKIYA BI DIZÎ

21’ê Îlonê Tîma Şehîd Azad li Girê Dirêjikê li dijî leşkerên Tirk çalakiyekî ya dizî pêk anîn. Li vî Girî dema ku leşeker direviyan gerîlayan ew kirin hedef û bi xurtî lêxistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî hatin birîndarkirin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

22’ê Îlonê di saet 09:00’an de ji aliyê Tîma Şehîd Rojerîn ve li dijî 10 leşekerên ku li Girê Ebûbekiran kom bûn çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiya sabotajê de bi zelalî 6 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di saet 08:30’an de yekîneyek leşker dikeve bin kontrola tîmeke gerîlayên em de û di encama lêdanekî xurt de bi zelalî li vir leşkerek tê kuştin.

Di encama operasyona şoreşgerî de bi zelalî 26 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne. Di tevahiya operasyonê de 8 caran helîkoptera Kobra êrîş li dar xist. Ji ber bomberdûmana helîkopteran li bejahiyê hinek caran jî şewat derket. Di operasyona Şoreşgerî de peywendî bi 2 gerîlayan re qût bûye.”