HPG: Li Pîranê zêdetirî 50 leşkerî hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku êvara 1’ê Gulanê di 3 çalakiyên cuda yên li navçeya Pîran a Amedê de herî kêm 50 leşker û tîmên taybet hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 3 çalakiyên 1’ê Gulanê li navçeya Pîran a Amedê hatine lidarxistin ji bo bîranîna 4 gerîlayên ku li hember êrîşên li dijî Şehîdgeha Şêx Saîd bi berxwedanê gihiştine şehadetê hatiye lidarxistin.

HPG’ê detayên çalakiya êvara 1’ê Gulanê ya li navçeya Pîran a Amedê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di çalakiyê de zêdetirî 50 leşker û tîmên taybet hatine kuştin, lê windahî ji aliyê medyaya şerê taybet tê nixumandin.

Di daxuyaniyê HPG’ê de wiha hate gotin: “Li dijî êrîşên dewleta AKP’a faşîst, ji bo bîranîna şehîdên berxwedana xwerêveberiyê û ji bo bîranîna 4 hevalên me yên li dijî êrîşên li hember Şehîdgeha Şêx Saît bi berxwedanek mezin şer kirin, yekîneya me ya gerîla ya Şehîd Şahîn Zaza li navçeya Pîran a Amedê li hember Fermandariya Jendermeyan çalakiyek berfireh a bersivdayinê li dar xistiye.“

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev detay dan:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xemgîn Koçer û Nûcan Malatya de;

DI ÇALAKIYA LI DIJÎ FERMANDARIYA JENDERMEYAN DE 47 LEŞKER HATIN KUŞTIN

1’ê Gulanê saet 21.50’an li navçeya Pîran a Amedê çalakiya gerîla pêş ketiye. Baskê yekemîn ê hezên me, li hember Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Pîranê bi wesayîtek bombebarkirî ve çalakiya sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiya sabotajê de 6 çeperên leşkerî, 2 kule, 2 tank, 2 panzer û 12 wesayîtên sivîl ên artêşa TC hatine rûxandin. Her wiha, lojmanek leşkerî bêkêr bûye, di lojmanekê de jî texrîbatek mezin pêk hatiye. Di encama çalakiya li ser Fermandariya Jendermeyan a ku 180 leşker tê de bûn de 47 leşker hatin kuştin, 12 jê giran, 78 leşker jî birîndar bûne.

LI HEMBER MIDÛRIYETA EMNIYETÊ ÇALAKÎ

Baskê çalakiyê yê duyemîn jî bi çekên navîn li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pîranê û li girê Tîm dane. Li vir 2 polîsên Tîmên Taybet birîndar bûne.

LI HEMBER YEKÎNEYÊN TEQWIYE ÇALAKÎ

Baskê hêzên me yê sêyem jî, li hember yekîneyên teqwiye yên ji Navenda Amedê, navçeyên Erxenî, Egîl û Hênê bên çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayîtek zirxî hatiye hedefgirtin. Di encam de wesayîta zirxî rûxiya, 3 polîsên Tîmên Taybet jî hatin kuştin. Her wiha, wesayîteke ku Midûrê Emniyetê yê Navçeya Hênê û Cîgirê wî jî tê de hatiye hedefgirtin, hem Midûrê Emniyetê hem jî Cîgirê wî birîndar bûne.

Di encama çalakiya berfireh de artêşa TC bi 40 ambûlans û 5 helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirine. Dîsa balafirên şer û helîkopterên Kobra li qûntarên di navbera navçeya Hênê û Pîranê dane. Di vê çalakiya berfireh de bi gerîlayekî me re têkîliyên me qut bûne.

Medyaya şerê taybet a Tirk bi pêkanînek taybet ve hewl daye encamên berfireh ên vê çalakiyê binuxumîne. “