HPG: Li Mûşê 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Li derdora gundê Leylegê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê, di şerê giran ê navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên gerîla de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 28 caran jî bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

18'ê Mijdara 2022'an li derdora gundê Leylegê yê li navçeya Gimgimê ya Mûşê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 7 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Aso di vî şerî de bi rengê fedaî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyekî me jî dîl kete destê dijmin. Hevrêyê me Aso ku têkoşîna azadiyê bi fedakariyeyek mezin, bi şerekî fedaî meşand, rastiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya têk naçe careke din raxist pêş çavan. Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku xeta berxwedanê ya hevrêyê xwe Aso ji xwe re bikin esas.

Di serî de malbata hêja ya milîtanê pêşeng ê Apoyî hevrêyê me Şehîd Aso, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin; em soza xwe dubare dikin ku jiyana ku şehîdên me afirandine biparêzin, armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Aso wiha ne:

Nasnav: Aso Ferzad
Nav paşnav: Seyîd Perendek
Cihê jidayikbûnê: Rewanser
Dayik-Bav: Tûba-Alî Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Mijara 2022'an / Mûş

 

Rojhilatê Kurdistanê ku Qazî Muhammed û hevrêyên xwe li Qada Çarçira destan nivîsandin û sirûdên azadiyê gotin, di tevahiya dîrokê de bûye yek ji navendên herî girîng ên berxwedana gelê me. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku her tim çanda berxwedanê zindî hiştiye, tevî hemû zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran dest ji çanda xwe bernedaye û heta roja me ya îro jî kariye biparêze. Bi taybetî jî bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me hate pêşxistin, bû yek ji navendên ku herî zêde Rêbertiya me û PKK’ê hembêz kir, ji bo vê yekê serhildan pêş xist û bedelên mezin da.

Hevrêyê me Aso di nava mîraseke wiha de li bajarê Rewanser ê Kirmanşanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Mezinbûna hevrêyê me Aso di malbateke ji eşîra Caf de ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, gelek zarokên xwe yên leheng şandin refên azadiyê û fermandarên hêja perwerde kirin mezin bû. Dîsa di nava eşîretek wiha de mezinbûn, bi çanda civakî ya qedîm û dilsoziya bi welat re, bûye sedem ku hevrêyê me Aso bi berpirsyariyên xwe yên li hember malbat, derdor û welatê xwe bizanibe û di vî warî de beşdarî jiyanê bibe. Hevrêyê me Aso ji polîtîkayên asîmîlasyon û tinekirinê yên dewletên mêtînger gelekî hêrs bû û fêm kir ku bêyî têkoşîna li dijî van hemûyan tu destkeftî bi dest nakeve. Hevrê Aso biryar da ku mîrateya berxwedanê ya gelê ku jê hatiye mezin bike û rêya şehîdên me yên ku bi çîrokên lehengiyê bi wan re mezin bûye bişopîne û di sala 2012’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Aso ku ji roja pêşî ya ku tevlî bûyî ve ji hêla moralê PKK'ê û şêwaza jiyanê ya gerîla ve bi bandor bûye, bi coş û kelecaneke mezin tevlî nav vê jiyanê bûye. Bi kesayeta xwe ya jidil, kedkar û beşdariya xwe ya bêhesab ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Aso, gerîlatiya xwe ya ku li qada Qendîlê destpê kir, li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir. Hevrêyê me Aso ku ji bo ku hemû peywirên ku standin bi serfirazî bi cih bîne kedeke mezin da û hemû jiyana xwe li gorî wê bi rêxistin kir. Hevrê Aso ku di warê leşkerî de xwe li qadên ku lê ma bi pêş xist, ji bo bibe gerîlayekî jêhatî gavên xurt avêt. Hevrê Aso ku bi nêzîkatiya xwe ya li ser erk, rêzik û dîsîplîna jiyanê ji aliyê hevrêyên xwe ve mînak tê girtin, dîsîplîna xwe ya di jiyanê de kiriye taybetmendiyek kesayetî û bûye şopdarê pêkanîna wê. Hevrêyê me Aso ku li gorî taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû di nava hewldanan de ye, ji bo ku ezmûna xwe ya leşkerî bi felsefeya Apoyî re bike yek, perwerdehiya bîrdozî dît.

Di pêvajoya perwerdehiyê de di her warî de xwe lêpirsîn kiriye, pratîka xwe ber çav re derbas kiriye û li ser derbaskirina pirsgirêkên kesayetî yên ku pêşketina wî asteng dikirin, sekinî. Di pêvajoya perwerdeyê de bal kişand ser pratîkkirina şêwaz û taktîkên gerîlayên serdema nû û bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrê Aso piştî ku pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, weke fermandarekî gerîla yê jêhatî çû Bakurê Kurdistanê û li dijî dewleta Tirk a dagirker şerekî bi bandor da meşandin. Bi şêwaza xwe ya jêhatî û zîrekiya xwe ya pratîk taktîkên afirîner bi pêş xist û bû pêşeng ku derbên giran li dagirkeran bixin. Hevrêyê me Aso bi ruhê yekîtiya neteweyî, ji Başûrê heta Bakurê Kurdistanê li gelek qadên cuda têkoşîn daye meşandin. Hevrê Aso ku di jiyana xwe ya gerîla de gelek pêkanînên serkeftî bi cih anî, bi mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye, careke din rêya jiyana bi rûmet nîşanî hemû ciwanên Kurd da.

Hevrêyê me Aso ku danheviya îdeolojîk a ji perwerdeyê wergirtî, bi hunera xwe ya leşkerî re gihand hev û bi vî rengî hewl da tevlî pratîkê bibe, bi fedakarî û samîmiyeta xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate dîtin. Hevrêyê me Aso ku di şer û jiyanê de xwedî sekneke bi biryar bû, heta kêliya ku şehîd bikeve tawîz ji vê sekna xwe neda. Bi îradeya xwe ya ku teslîm nayê girtin, ala bi berxwedanê û jiyana bi rûmet a ji Qazî Mûhammed û Qasimlo wergirtî hilda û radestî me hevrêyên xwe kir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

4'ê Kanûnê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4'ê Kanûnê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger di çekên giran li dagirkeran xistin û dagirkerek ceza kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

4'ê Kanûnê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

4'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê çeperên şer ên Şehîd Botan carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4'ê Kanûnê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qada Şehîd Bêrîtan bi balafirên şer 5 caran hatin bombekirin.

4'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Saca, Şehîd Fedakar, Kurojahro û Girê Amediyê 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

4'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."