HPG: Li Dêrikê 6 çawişên pispor hatin kuştin, 11 leşker birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya 29'ê Hezîranê ya li navçeya Mêrdîn Dêrikê de 6 çawişên pispor hatine kuştin, 11 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya 29'ê Hezîranê ya li navçeya Mêrdîn Dêrikê de 6 çawişên pispor hatine kuştin, 11 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, encamên çalakiya sabotajê ya 29'ê Hezîranê herêma nabera navçeya Mêrdîn Dêrikê û navçeya Riha Wêranşarê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"29'ê Hezîranê saet di 16:00 de, hêzên me li herêma navbera navçeya Mêrdîn Dêrik û navçeya Riha Wêranşarê de çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de 6 çawişên pispor hatin kuştin, 5 polîsên tîmên taybet û 6 leşker bi giştî 11 hêzên dijmin birîndar bûn."
Li aliyê din, rayedarên Tirk dan xuyakirin, ku ji leşkerên li Dêrikê birîndar bûn îro 2 heb mirin e.