HPG: Li Colemêrgê di çalakiya fedaî de 15 polîs hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya fedaî de ku 27’ê Tîrmehê li dijî qereqola Depin Polîs a li Colemêrgê hate lidarxistin, 15 POH mirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya fedaî de ku 27’ê Tîrmehê li dijî qereqola Depin Polîs a li Colemêrgê hate lidarxistin, 15 POH mirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya fedaî de ku 27’ê Tîrmehê li dijî qereqola Depin Polîs a li Colemêrgê hate lidarxistin, 15 POH mirin û çalakî jî ji hêla Xebat Aktepe pêk hatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de got, “Yekîneyên dagirker ên ku li Kurdistanê komkirinên leşkerî didomînin, kuştiyên zêde didin, lê medyaya şerê taybet wek ev şer û kuştî nînin tevdigere.”
Di daxuyaniyê de têkîldarî çalakiya fedaî ya 27’ê Tîrmehê ev hatin gotin:
“27’ê Tîrmehê saet 22.00’an hevalê me Xebat li dijî qereqola Polîsên Tîmên Taybet a Depîn a di têketina Colemêrgê de bi wesayîtek bombebarkirî ve çalakiyek fedaî li dar xist. Dema 15 leşkeran hewl dan bikevin wesayîtan wesayît hate teqandin. Bi teqînê 3 kule hilweşiyan, wesayîtek panzer bi teqandinê re şewitî û pêşiya avahiya qereqolê hilweşiya. Di çalakiyê de 15 POH mirin, 15 POH û 15 leşker bi giştî 28 kes jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC heta 28’ê Tîrmehê saet 10.00’an têketina Wan, Gever û Çelê li sivîlan qedexe kiriye. Dijmin, mirî û birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyên li Colemêrg û Geverê.
Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Rêber Amed, Çiyager Rênas û hevalên me yên di demên dawî de şehîd ketine hatiye lidarxistin.”
Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG’ê têkîldarî Xebat Aktepe ku gerîlayê çalakî li dar xistî jî ev ragihandin:
“Heval Xebat her ku di lêgerînên azadiyê de bi israr meşiya, PKK û Rêbertî nas kir, soza kîlîtbûna têkoşînê da û tevlî refên gerîla bû. Hevalê Xebat ku xwe bi felsefeya Rêber Apo ya jiyana nû û mirovê azad perwerde û xurt kir, têgihişt ku xwe ji bo gelê xwe fedakirin tijî nirxên mezin in.Bi vê zanebûnê ve girêdana xwe ya bi nirxên azadiyê nîşan daye û bûye xwedî seknek wisa ku destana qehremantiyê nivisiye.”
Nasnav: Xebat Aktepe
Nav û Paşnav: Ejder Ecer
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Meliha - Reşit
Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2016’an /Colemêrg