HPG: Herî kêm 21 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin. Di çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê de herî kêm 21 leşker hatin kuştin, gelek çek jî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên bênavber tên lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

COLEMÊRG

"Artêşa TC roja 26'ê Tebaxê li mintiqeya Mêrgê û girê Ronahî yên li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Geverê derket operasyonê. Li hemberî yekîneyên vê operasyonê, gerîlayên me dest bi pêngava şoreşgerî ya Şehîd Arnos kirin. Roja 28'ê Tebaxê saet di 23:00 de, hêzên me ji du baskan ve xwe berdan nava yekîneyên leşkerî yên li ser girê Ronahî û ji nêz ve li leşkeran dan. Gerîlayên me yên xwe gihandin ser gir, çûn ser 10 cenazeyên dijmin û gelek leşkerên birîndar jî reviyan. 2 ji van leşkeran piştre mirin.

Çekên ji ser leşkerên li gir mirin hatin rakirin:

1 çeka sûîqestê Karnas
1 çeka sûîqestê Bora
1 çeka BKC
1 çeka bombeavêj
1 çeka HK33 û rexta wê
2 dûrbînên çeka Karnas
2 dûrbînên termal û gelek alavên leşkerî hatin bidestxistin. Heman rojê, balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêmê geriyan.

Roja 28'ê Tebaxê saet di 09:30 de, hêzên me ji 3 baskan ve li Nîzamiyeya Leşkerî ya Çemêkurkê yê li navçeya Colemêrg Şemzînanê xistin. Li vê derê 2 leşker hatin kuştin. Hêzên me di heman demê de bi çEkên giran li kûleyên li qereqola Begîjne xistin û li vir serpelek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di vê demê de, maşîneke zirxî ya bi tîpa kîrpî ku hewl dida xwe bigihîne cihê çalakiyê, li qada şer asê ma û wergeriya. Piştî çalakiyê artêşa Tirk obus û hawan avêt herêmê. 2 gerîlayên me yên di vê çalakiyê de bi lehengî şer kirin, şehîd bûn, gerîlayekî me jî dîl hat girtin. Agahiyên li ser nasnameyên gerîlayên me yên şehîd bûne, wê piştre bên eşkerekirin.

Roja 27'ê Tebaxê saet di 02:00 de, helîkoptereke bi tîpa Skorsky dema hewl dida leşkeran deyne ser girê Şehîd Hozan ê li navçeya Gever a Colemêrgê bû hedefa çekên giran ên hêzên me. Derb li vê helîkopterê hat xistin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra li girê Şehîd Hozan xistin.

28'ê Tebaxê saet di 12:30 deli herêma nêzî gundê Rezan ê li ser rêya Colemêrg-Wanê, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra û leşkerên kontrola rê dikirin, çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di vê çalakiyê de maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra îmha bû û 6 leşker hatin kuştin, ku di nav de payebilind jî hene, 5 jî birîndar bûn.

ÇEWLIK

Ji ber ku agahî ji Rêber Apo nayê gritin, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, roja 28'ê Tebaxê saet di 19:00 de, li navçeya Xolxor a Çewlikê, hêzên me ji dûr û nêz ve li avahiya jendermeyan, avahiya emniyetê û nîzaniya emniyetê xistin. Bi roketên B-7 li avahiyên jenderme, emniyet û nîzamiyê hatin xistin û di encamê de şewat bi avahiyan ketin. Di encama van derban de gelek kuştî û birîndar ji hêzên dijmin çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Piştî vê çalakiyê artêşa TC bi çekên giran gule li derdorê reşand. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên di dema dawî de şehîd ketine, hat lidarxistin.

Operasyona 20'ê Tebaxê li herêma Kizilagaç a navçeya Kanîreş a Çewlikê destpê kir, roja 28'ê Tebaxê danê nîvro qediya. Leşkeran dema xwe vedikişandin, topên hawanê avêtin derdorê.

SÊRT

Di 28'ê Tebaxê de, komek ji 10 kontrayan li derdora gundê Torik ê li navçeya Dihê ya Sêrtê kemîn danîn. Hêzên me ev koma kontra xistin bin kontrolê û heman rojê saet di 06:30 de dema ev koma kontra ji kemînê vedigeriyan, li hemberî wan çalakiya sabotajê lidar xistin. Hejmara kontrayên hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Medya şerê taybet îdîa dike ku ev kom, cerdevan in."